1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevserokên şaredariya Mexmûrê diyar bûn
Hevserokên şaredariya Mexmûrê diyar bûn,hevserokên,şaredariya,mexmûrê,diyar,bûn

Hevserokên şaredariya Mexmûrê diyar bûn

A+ A-

09:41 15.12.2013 1 / 4 MEXMÛR (DÎHA) - Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo hilbijartinên hevserokên şaredariyê û Êncumana çûn ser sindoqan. Li gorî encamên ku desteya bilind a hilbijartinan ya wargehê Ş. Rustem Cûdî diyar kirî Bermal Colemêrg û Mamosta Kendal Kara ji bo hevserokatiya şaredariyê hatin hilbijartin.

Hilbijartina Şaredariyê ya wargehê ku du salan carekê pêk tê. Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo hilbijartinên hevserokên şaredariyê û Êncumana çûn ser sindoqan. Hilbijartin duh di seat 8:00 destpêkir seat 5:30 de bi encam bû. Îsal pênç namzetan li ber xwe dan. Îsal hilbijartinên şaredarî bi sîstema hevserokatiyê hatin hilbijartin. Encama hilbijartinên hevserokşaredarî îro bi beşdariya hemû kesên ku di hilbijartinê de ji bo serokşaredarî û meclîsa şaredariyê berendametiyê xwe diyar kiribûn, li saziya desteya bilind a hilbijartinê hatin gel hev, di wê civînê de encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin

Di civînê de berdevkê desteya bilind a hilbijartinê Kendal Teyî encamên ku ji aliyê desteya bilind a hilbijartinan ve hatibûn diyar kirin xwend. Li gorî encamên ku diyar bûne, ji sedî 79’ê dengan li wargehê hatiye bikaranîn û encam diyar bû. Di hilbijartinê de Bermal Colemêrgî 1903 deng girt û Mamosta Kendal Hilalî jî 1806 deng stendin. Li gorî vê Bermal Colemêrgî û Mamosta Kendal Hilalî ji bo hevserokatiya şaredariya wargeha Şehîd Rustem Cudî hatin hilbijartin.

Meclîsa şaredariyê jî ji nava 24 kesên ku ketin hilbijartinê 12 kes biserketin û bûn endamên meclîsa şaredariyê.

(kom/mae)