'Hevserê min gulebaran kirin'
'Hevserê min bi hinceta nanî dide PKK'iyan gulebaran kirin'
ZEYNEP KURÎŞ Jina bi navê Sabahat Begîk a ku di sala 1994'an de hevserê wê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "Nan da PKK'iyan" hate qetilkirin û mala wan hate şewitandin ji gund bi 6 zarokên xwe re koçber bû bi nanê sêlê berê xwe didde zarokên xwe.
Ji ber pêkanên salên 1990'an ên li herêmê gelek malbat mexdur bûn. Ji wan malbatan yek jî Malbata Begîk a ku li gundê Sînemerg a navçeya Sasonê ya Êlihê dijîn bû. Jina bi navê Sabahat Begîk a ku hevserê wê Abdurrezak Begîk ê ku di sala 1994'an de li Sasonê ji aliyê cerdevan û leşkeran ve bi hinceta "Nanî dide PKK'iyan" hate qetilkirin tiştên jiyîn tenê bi vê yekê sînor neman. Piştî hevserê Begîk hate qetilkirin, 4 meh şunda leşker û cerdevanan bi ser mala wê de girtin û mala wê şewitandin. Begîk, têkildarî wê rojê de wiha got: "Ji me re gotin 'em dê li malê lêgerînê bikin' em ji malê dûr xistin. Zêdehî 500 leşker hebûn. Min ji wan re got, 'pêdivî bi lêgerînê tuneye zarokên min li malê nîn in tu kes jî li malê tuneye' Wê demê leşkere li min vegeriya û got, 'Tu dixwazî li vir bimînî da ku tu berê xwe bidî PKK'iyan?' Pişt re ji nişkava agir berdan malê." Begîk, diyar kir ku di wê demê de ew li ser hişên xwe çû û ber bi malê ve beziyan lê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin.
'Hevserê min hate qetilkirin û mala min hate şewitandin'
Begîk wiha axivî: "Êdî li gund tu tiştekî me nema. Hevserê min hate qetilkirin. Mala me hate şewitandin. Ji bîlî gund terkirinê tu çareye me tunebûn. Dema mala me hate şewitandin ez ducan bûm. 6 zarokên mîn jî hebûn û yê herî mezin 12 salî bû. Ez hêj 28 salî bûm. Min bi zarokên xwe re şewitandina mala xwe temaşe kir. Destûr nedan em solên xwe li xwe bikin. Piştî vê yekê em bi alîkariya xizmekî xwe hatin Amedê. Rojên gelek dijwar bû hem di aliyê madî û hem jî di aliyê manevî de. Zarokên min hêj gelek biçûk bûn. Hevserê min nû hatibû qetilkirin. Êşa wî ji xwe cuda bû. Ji me re gelek neheqî hatin kirin. Hemû jiyana me tevlî hev bû. Piştî em hatin Amedê em demekê li cem xizmên xwe man. Pişt re dîsa bi alîkariya xizmên xwe me malek ji xwe re kira kir. Gelê li wir bi hestiyar nêzîk bû û alîkariya me kir.
'Mirov bi têkoşînê dikare xwe li ser piyan bigire'
Begîk, anî ziman ku piştî çend mehan li malê ma dest bi xebatê kir û li malan paqijî kir, li teksît û magazeyan de xebitî. Begîk, da zanîn ku demek dirêj wisa xebitî û wiha pê de çû: "Min hewilda ku ez zarokên xwe ji kesê re muhtaç nekim. Yên xwastin bixwînin xwendin û yên nexwastin jî ji xwe re kar peyda kirin û dixebitin. Ji ber ku temenê min borî êdî min nedikarî bixebitim. Pişt re min serî li Şaredariya Peyasê da û di bin bangê şaredariyê de min li bufeyê nanê gel firot. Piştî demekê li bufeyê nanê sêlê min çêkir û dest bi firotina wî kir. Ji ber şer jinan gelek êş kêşandin. Mirov bi têkoşînê xwe li ser piyan digire û hebûna xwe dide qebûlkirin."
(bd)