1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevşaredar: Em qayûmê nas nakin
Hevşaredar: Em qayûmê nas nakin,hevşaredar,em,qayûmê,nas,nakin

Hevşaredar: Em qayûmê nas nakin

A+ A-

WAN (DÎHA) - Şaredariyên li Wanê bertek nîşanî sererastkirna qayûmê dan û diyar kirin ku ew dê qayûmê nas nekin. Hevşaredarên navçeyan got "Şaredarî yên gel in. Qasî ku dixwazin bila qayûmê bavêjin, em dê şaredariyên xwe teslîm nekin."

Sererastkirina qayûmê ya ku ji hêla partiyên li Lijneya Giştî ya TBMM'yê ji qanûna tûrikî hat derxistin, careke din bi Biryarnameya Hukmê Qanûnî (KHK) ji hêla hikûmetê ve hat qebûl qebûl kirin, bertekên di vê der barê de her ku diçe zêde dibe. Hevşaredarên DBP'ê yên navçeyên Wanê diyar kirin ku ew dê qayûmê qebûl nekin. Hevşaredara Bêgiriyê Safure Guneş aşkera kir ku şaredarî yên gel in, dê şaredariyên xwe teslîm nekin.

'Tehmul nakin'

Guneş diyar kir ku şaredariyên di destê DBP'ê de ji serdema komarê heta niha tu tişt nehatine kirin û ev tişt got: "Li Wanê xizmetên 90 salî di serdema hikûmetê de nehatine kirin, di serdema DBP'ê de hatin kirin. Piştî Wan bû bajarê mezin, hejmara taxan zêde bû û bi xwe re zêdebûna qadên xebatê jî anî, ji ber vê jî xebateke cidî hat kirin. Ji ber her tiştî baweriya gel bi dest xist. Her kesî rastiya AKP'ê dît. Niha jî baweriya gel a li me tehmul nakin."

'Em ê qayûmê nas nekin'

Hevşaredarê Payîzavayê Zekî Yildiz jî anî ziman ku şaredariyeke bi hilbijartinê hatibe bi dest xistin, qayûma li dijî wê nayê qebûl kirin û wiha axivî: "Ji xwe mufetîş di saziyan de lêkolînên xwe dikin. Dixwazin çi bikin em nizanin. Ev pêkanîneke dijî qanûnê ye. Em dê qayûmê nas nekin."

'Dê êrîşa li dijî vîna gel neyê qebûl kirin'

Hevşaredara Seravê Zîlan Aldatmaz jî ev wekî "Êrîşeke li dijî vîna gel pênase kir" û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Ev mijar berê jî hatibû meclisê û paşve hat kişandin. Lê bi OHAL'ê ev careke din xistin meryetê. Ev qanûn dê neyê qebûl kirin. Ev destdanîna ser vîna gel, dê gel vê yekê qetûl neke."

(ms)