1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevşaredarên Elbakê birîndar bûn
Hevşaredarên Elbakê birîndar bûn,hevşaredarên,elbakê,birîndar,bûn

Hevşaredarên Elbakê birîndar bûn

A+ A-

ELBAK 03.07.2014 17:42:30 Di pevçûnên li navçeya Wanê Elbakê yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê, piştî ku gerîlayekî jiyana xwe ji dest da şûn de îro bi armanca protestokirinê, niştecihên navçeya Elbakê derabeyên dukanan girtin, li bajêr ji ber êrîşa polîsan pevçûn derketin. Gelek kes ku di nava wan de hevşaredar jî hene rastî êrîşa polîsan hatin û birîndar bûn.

Di pevçûnên ku şevê din li goristana Dirîşk a gundê Xaşkanê yê girêdayî navçeya Wanê Elbakê derketin de, gerîlayê HPG’ê yê jiyana xwe ji dest da, cenaze ji bo otopsiyê bi helîkopterê birin Meletiyê.

Bi armanca protestokirina êrîşa ku têde gerîla jiyana xwe ji dest da, li bajêr îro darabeyên dukanan hatin girtin. Navçe ji aliyê polîs û leşkeran ve hat dorpêçkirin. Rêya Wan-Elbakê ji aliyê polîs û tîmên tevgera taybet ve hatiye girtin. Li navenda bajêr ku bend hatin danîn, di navbera nîştecihên bajêr û hêzên dewletê de pevçûn hene.

Li gorî saeta herêmî 17.00’an de hat ragihandin ku polîsan bombeya gazê avêtine avahiya rêxistina BDP’ê ya navçeyê û avahiya şaredariyê ya BDP’ê. Hevşaredarên Elbakê Îhsan Guler û Aynur Tarhan ku çûn pêşiya panzer û polîsan, rastî êrîşa bi cop û gaza îsotê hatin û birîndar bûn. Serokê Rêxistina BDP’ê yê navçeyê Senar Yeşîlirmak û nûçegihanê DÎHA Azîz Oruç jî hatin derbkirin. Herî kêm 20 kes ji ber êrîşa polîsan birîndar bûne. Nehat zanîn kes hatine binçavkirin an na.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya ligel Hevşaredarên Îpekyolu çûn Elbakê.