1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hewara zimanê kurdî bi 'Kovara Hawar' gihişt hemû cîhanê
Hewara zimanê kurdî bi 'Kovara Hawar' gihişt hemû cîhanê,hewara,zimanê,kurdî,bi,kovara,hawar,gihişt,hemû,cîhanê

Hewara zimanê kurdî bi 'Kovara Hawar' gihişt hemû cîhanê

A+ A-

HULYA OKALÎN

ÊLIH (DÎHA) - "Kovara Hawar" di 15'ê Gulana 1932'an de ji aliyê rewşenbîr û heskiriyê zimanê kurdî Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî ve ji bo hewara zimanê kurdî bigehînê cihanê li Şamê hate derxistin. Roja destpêka weşana Kovara Hawarê ji aliyê gelê kurd ve wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Di 15'ê Gulana 1932'an de çand û zimanê gelê kurd di bin zext û zorên gelek giran de bûn Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî Kamûran Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwin û Nûredîn Zaza bi Kovara Hawarê xwe gihandin hawar û banga çand ziman û wêjeya gelê kurd. Girîngiya vê kovarê û xebatên wan ên giranbiha destpêka Kovara Hawarê wek "Roja Cejna Zimanê Kurdî" hatiye pejirandin.

Hawar di wêjeyê de wek koleksiyoneke bêhempa yê

"Kovara Hawar" ji sala 1932'an heya sala 1943'an 11 salan weşana xwe berdewam kir û bi 57 hejmarên xwe di wêjeya kurdî de wek koleksiyoneke bêhempa cihe xwe girtiye. Di heman demê de "Kovara Hawar" yekemîn kovara kurd a ku bi awayekî sîstematîk û domdar weşana xwe bi tîpên latînî kiriye. Bi saya vê kovarê bingeha rêzimana kurdî hatiye danîn û di alfabe, xwendin û nivîsandina kurdî de standartbûnek çêbûye. Ji ber vê yekê jî "Kovara Hawar" ne tenê kovarek e ji rêzê ye di heman demê de projeyeke sazkirina civake ye jî.

Hawar di demeke gelek dijwar de derket

Celedet Elî Bedîrxan û hevalên wî "Kovara Hawar" di nav şert û mercên gelek dijwar de derxistin. Di têkçûyina Serhildana Şêx Seîd û Agiriyê de dewletên dagirker bi temamê hêza xwe zext û zordestiyên li ser kurdan giran kirin. Li aliyekî din ve jî gelê kurd û zimanê kurdî bi her awayî dihat înkarkirin û tunekirin. Gelek rewşenbîr û pêşengên kurd li hember vê rewşê ketin nava bêdengiyeke kûr. "Kovara Hawar" di demeke wiha dijwar de xwe gihand hewariya gelê kurd.

Dagirkeran baş dizanîbûn ku neyarê kurdan ên herî mezin perîşanî, nezanî û bêperwerdehiye. Lewra "Kovara Hawar" bi rûpelên xwe yên bi perwerdehî, edebiyat û ziman erka parastina gelê kurd kir.

Kurdan ziman, çand û wêjeya xwe di nav xeleka "Hawar" de parast

Îro ku zimanê kurdî di nav malbatan, jiyana civakî û perwerdeyê de nayê bikaranîn û zarok û ciwanên kurd nikarin bi zimanê xwe biaxivin, xwendevan, nivîskar û sîyasetmedar ji zimanê xwe dur hatin hiştin. Lê gelê kurd li hember hemû zilm û zordariyan xwedî li zimanê xwe derket û ziman ji xeteriya windabûnê xelas kirin, ango gelê kurd bi saya "Kovara Hawar" ziman, çand û wêjeya xwe di nav xeleka Hawar de parast. Gelê kurd roja destpêka weşana Kovara Hewarê her sal wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

(ho/lg/bd)