Hewldana Perwerdehiê ya ji bo Aştiyê ji bo zarokên Kobanê dibistanê çêdikin
RIHA (DÎHA) - Hewldana Perwerderiyê ya ji bo Aştiyê ya ku gelak navên di beşan xwe de di qada neteweyî û navneteweyî de pispor in cih digirin ji bo zarokên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyan axa xwe terikandin ji zimanê dayikê perwerde bibin û ji mamoste û mufredata xwa perwerdehiyê bibînin amadekariya avakirina dibistanan dikin.
Beriya demeke pisporên perwerdehiyê hatibûn ba hev û Hewldana Perwerderiyê ya ji bo Aştiyê dabûn destpêkirin. Di nav hewdanê de kesên wekî Noam Chomsky, Michael Apple, Essa Moosa, Judith Butler, Ignacio Chapela, Antonio Darder, Rakel Dink, Vedat Turkalî, Gultan Kişanak, Fatma Gok, Alaaddîn Dînçer, Neşe Ozgen, Fusun Ustel, Serra Muderrîsoglu, Onur Hamzaoglu, Cem Terzî, Gencay Gursoy, Can Candan, Ayşe Erzan, Işil Unal, Riza Turmen, Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkçu, Melda Onur, Shahrzad Mojab, Amîr Hassanpour, Nurcan Baysal, Crain Soudien, Komet, Hasan Cemal, Kenan Çayir, Lamî Ozgen, Kamuran Karaca, Şerîf Derînce cih digirin.
Dê dibistan bê avakirin
Hewldan ji bo ku pirsgirêkên perwerdehiyê zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê welatê xwe terikandine û hatine Bakur nîqaş bikin hate Pirsûsê. Endamên hewldanê yên ku rewşa zarokên Kobanê ji nêz ve dişopînin amadekariyê dikin ku dibistanên ku zarokên Kobanê bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin vekin. Endamên hewldanê yên ku li konbajaran geriyan biryara dibistaneke pîlot ava bikin girtin û dema li Pirsûsê bin di çavdêrî û hevdîtinên ji bo zarokan bikin de dê pêdiviyên zarokan tespît bikin û xebatên xwe bidomînin.
Xwendekara doktorayê ya Zanîngeha Bogazîçiyê Zeynep Ozdogan diyar kir ku ew ê hemû pêdiviyên zarokan a saleke bi cih bînin û wan berî jî ji bo zarokên Kobanê xebat meşandine, bi gelek kesan re hevdîtin pêk anine, nêrîn û pêşniyar girtine.
'Em xebateke ji 3 aliyan pêk tê dimeşînin'
Ozdogan destnîşan kir ku bi çavdêriyên xwe heta niha ji dûr ve alîkariya psîko-sosyal dane û tiştên ku zarok dijîn di qada neteweyî û navneteweyî de anîne rojevê. Ozdogan got ku ewil di çarçoveya biryara ku Meclîsa Perwerdehiyê ya HDP'ê girtiye de komîsyonek ava kirine û wiha berdewam kir: "Bi hewldana ku me ava kir ve em fikirîn ku gelo em ê qadên neteweyî û navneteweyî çawa bixin nava tevgerê, em ê ji bo zarokên ji Kobanê û Şengalê hatine dikarin çi bikin xebat da destpêkirin. Me di roja zarokan de banga xwe ya yekemîn kir û ew roj diyarî zarokên Kobanê û Şengalê kir ji bo qada neteweyî û navneteweyî bangawaziyek kir. Kesên wekî Parêzerê Mandela û Chomsky jî di nav de tevli bangawaziya me bûn." Ozdogan bilêv kir ku ew ji sê aliyan ve xebatê dimeşînin û ev agahî da: "Ya yekemîn zarokên Kobanê û mamosteyen perwerde didin kordînasyonê dikin. Ya duyemîn bi koma psîko-sosyal ji bo zarokan xebat tê kirin. Yek jî di warê hunerî di teşwîqkirina perwerdehiyê ye. Bi van sê aliyan xebat tê meşandin."
‘Di rûyê zarokan de travmaya şer a giran tê xuyakirin'
Dîlek Çankaya jî diyar kir ku gelê Kobanê di nokteya vegerê de gelek samîmî ye û dema şertên şer kêm bûn dê vegeriyn welatê xwe Kobanê. Çankaya anî ziman ku heke welatiyên ji Suriyeyê koçberbûn vengerin welatê xwe dê bi zarokên xwe re li Tirkiyeyê travmaya şer a giran bijîn. Çankaya da zanîn ku di navbera xwe de koma psîkososyal ava kirin û ji bo zarokên travmaya şer dijîn xebata terapiyê bikin dan destpêkirin. Çankaya bilêv kir ku bi hewildanan ava kirin dê hemû zarokên mexdûrên şer bişopînin û çavdêriya wan bikin û ji bo vê yekê dê gavên pratîk bavêjin. Çankaya destnîşan kir ku di rûyê zarokên Kobanê de travmaya şer a giran tê xuyakirin û bi alîkariya şaredariyên DBP'ê û welatiyan rûyê hinek zarokan dikene.
‘Bi zimanê zikmakî dê perwerdehiya pirzimanî bê dayîn'
Çankaya da zanîn ku bi rojane bersiva pirsa "Em ê çawa piştgiriyê bidin zarokên Kobanê" digerin û wiha got: "Dibistaneke kon neyî ya prefabrîk dibe. Em biryara dibistaneke pîlot a ku hemû hewcehiyên wê bên dîtin çêbikin da." Çankaya anî ziman ku ew ê dibistaneka we çêbikin li gorî hişmendiya dewletê nabe û wiha axivî: "Em difikirin ji zarokan re bi zimanê xweyê zikmakî dibistana pirzimanî çêbikin. Li dibistanê dê mamosteyên Kobanî cih bigirin û li gorî mufedeta perwerdehiya xwe pergaleke perwerdehiyê pêk bînin."
Ligel dibistanê dê konê lîstinê jî bê vekirin
Çankaya destnîşan kir ku dê di demek kin de dest bi xebatên dibistana pîlot bikin û dê yekemîn dibistanê li Pirsûsê çêbikin ligel vê yekê ji bo zarokan dê konê zarok lê bilîzîn avabikin. Çankaya bilêv kir ku dê daxwazên Kobaniyan li qada navneteweyî û neteweyî de bînin ziman. Çankaya da zanîn ku ew ê yekîneyek ji kesên dixwazin alîkariyê bikin bibin alîkar ava bikin.
(bd/sa/wk)