‘Hewldanên hikûmeta Başûr têk çû, mîhrecan bi ser ket’
ˮHikmûmeta Başûrê Kurdistanê bi armanca têkbirina mîhrecanê rê ne da nivîskar û rewşenbîrên ji Başûr û Bakur derbasî Rojava bibin. Lê Mihrecana me serkeftî hate lidarxistin, hewldarên wan têk çûn. ˮ
EKREM BERKAT
QAMIŞLO – Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê û Endamê Komîteya Amdekar ê Mîhrecana Çîorka Kurdî Dîlawrê Zengî diyar kir ku armanca wan ji mîhrecanê vejandina çand kurdiye û got: ˮHikmûmeta Başûrê Kurdistanê bi armanca têkbirina mîhrecanê rê ne da nivîskar û rewşenbîrên ji Başûr û Bakur derbasî Rojava bibin. Lê Mihrecana me serkeftî hate lidarxistin, hewldarên wan têk çûn. ˮ
Duyemîn Mîhrecana Cîroka Kurdî di 6’ê hizêranê de bi beşdarbûna 34 çîrokan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo bi diruşmeya ˮÇîrok eynika civakê yeˮ dest pê kir. Çav li rê bû 20 nivîskar û çîrokvan ji Başûr û Bakurê Kurdistanê beşdarî mîhrecanê bibin. Lê rayedarên PDK’ê rê ne dan nivîskar çîrokvanan ku derbasî Rojava bibin û beşdarî Mîhrecanê bibin.
Têkildarî mijarê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê û Endamê Komîteya Amdekar ê Mîhrecana Çîorka Kurdî Dîlawrê Zengî diyar kir ku wan Yekîtiya Wêjevanên Kurd a Başûrê Kurdistanê ji bo beşdarbûna Mîhrecanê ji bo beşdarî mîhrecanê bibin dewe kir û got: ˮSerokê Yekîtiya Wêjevanên Kurd a Başûrê Kurdistanê Kak Mam Botanê kêfxweşiya xwe anî ziman û geva me avêt ji pêşxistina çîrok û wêjeya kurdî erênî nirxand û destnîşan kir ku dê bi 16 çîrokan ji Başûr başdarî mîhrecanê bibin.ˮ
Zengî, da zanîn ku wan nivîskar û çîrokvan ji Bakurê Kurdistanê jî vexwendî beşdarbûna mîhrecanê kirin û wiha dom kir: ˮJI Bakur jî 3 nivîskar hatibûn vexwedin. Nivîskaran gotibûn ku piştî hilbijartinên 7’ê hizêranê bi dawî bibin, dê berê xwe bidin Rojava.ˮ
Zengî da xuyakirin ku di roja duyemîn a Mîhrecanê de Yekîtiya Wêjevanên Başûrê Kurdistanê peyam ji wan re şand û wan agahdar kir ku rayedarên Başûrê Kurdistanê rê ne dan wan ku derbasî Rojava bibin û wiha pê de çû: ˮDi heman demê de nivîskarên ji Bakur jî telîfonî me kirin û gotin ku rayedarên Başûrê Kurdistanê bê ku tu sedeman nîşan bidin rê nedane wan ku derbasî Rojava bibin.ˮ
Zengî, destnîşan kir ku nivîskarên ji Başûrê Kurdistanê ên wekî Zengî Hmê Arif Emîn, Celadet Zengbadî û Serokê Yekîtiya Wêjevanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê Kak Mam Botanî telîfonî wan kirin û derbarê hilwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe anîn ziman.ˮ
‘Armanca me vejandina çanda kurdiye’
Zengî da zanîn ku armanca wan ji Mîhrecanê ev ku çand kurdî vejînin û wiha dom kir: ˮMîhrecana me ne siyasî yan leşkeriye û ne jî hizbiye. Mîhrecana me bi armanca vejandina çanda kurdî û pêşxistina wê ye. Rayedarên Başûr bi qedexekirina derbasbûna nivîskarên ji parçeyên din ên Kurdistanê li dijî Armancên me tevdigere.ˮ
‘Rayedarên Başûr xwestin mîhrecana me têk bibin’
Di dawiya axaftina xwe de Dîlawerê Zengî helwseta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê rexne kir û ev tişt anî ziman: ˮArmanca sereke ya rayedarên Başûrê Kurdistanê ku ne hiştin nivîksarên ji Bakur û Başûr derbasî Roajva bibin, têkbirina Mîhrecana Çîroka Kurdî ye. Mîrecana me mîhrecaneke civakî û çandiye. Me mîhrecan lidar xist, em ji wan re dibêjin ku mîhrecana me bi ser ket û hiwldarên rayedarên Başûrê Kurdistanê têk çûn.ˮ
(dc)
ANHA