Hewldanên plana qirêj didomin
Li ser Qamişlo pîlanên qirêj
Qamişlo - Nuçeyên wekî, “Artêşa Sûriyeyê leşker û çekên giran anîne Qamişlo” yên di hinek weşanên çapemeniyê yên Tirkiyeyê de hatin weşandin, wekî “Plana Tirkiyeyê ku li Serêkaniyê têk çû didome û dixwazin bi vê yekê bêjin hêzên rejîmê li vir hene û zemîna êrîşan amade bikin” hate nirxandin.
Di hinek ajansên nûçeyan ên Tirkiyeyê de nûçeya ku “artêşa Suriyeyê gelek leşker, helîkopter, çekên giran anîne bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û xwe amade dike ku li dijî PYD’ê jî operasyonê lidar bixe” hate weşandin. Her wiha li nava bajêr jî, hinek derdor vê gotegotê belav dikin. Lê li bajêr tevgerek awarte nayê dîtin û ji derveyî bajêr jî tu hêz nehatine.
Li gel bêdengiya li bajêr jî, weşandina van nûçeyan ji aliyê pisporan ve wekî perçeyek plana mudaxeleya Rojavayê Kurdistanê hate şîrovekirin. Wekî tê zanîn komên çekdar ên ku xwe wekî Artêşa Azad binav dikin û ji aliyê dewletên wekî Tirkiyeyê ve jî bi aşkera piştgiriya wan tê kirin di 8’ê Mijdarê de bi hinceta rejîm li bajêre ketibûn Serêkaniyê û bibûn sedema wêraniyê. Ev yek jî wekî “Hewldana dagirkirina Rojavayê Kurdistanê” hatibû nirxandin. Geşedanên piştre jî ev yek nîşan dabû. Di serî de Serêkaniyê, li bajarên Kobanê, Dirbêsiyê, Amudê û Qamişlo hinek derdoran xwestibû tevlîheviyan derxînin û komên çekdar jî hewl dabû bikevin van bajaran. Li gorî stratejîstên siyasî bi van pêkanînan hatibû xwestin ku herêma Kurdistanê ku gel rêveberî girtibû destê xwe, ji gel bê stendin û Tirkiye herêmek tampon ava bike.
Lê piştî ku gel li Dirbêsiyê, Amudê, Dêrikê bermahiyên rejîmê jî paqij kirin, ev plana vala derket. Li Serêkaniyê jî, piştî berxwedanek tund komên çete neçar man paşde gavan bavêjin. Li Rojavayê Kurdistanê tekane bajarê ku di destê rejîmê de maye jî Qamişlo ye. Niha tenê li vî bajarî saziyên rejîm Baasê heye. Lewre jî tê gotin ku bi weşandina van nûçeyan tê xwestin gel bê tirsan, bê koçberkirin û hinceta êrîşa komên çekdar bê amadekirin. Pispor jî van hewldanan, wekî, “Plana Tirkiyeyê didome û dixwazin bi vê yekê bêjin hêzên rejîmê li vir hene û zemîna êrîşan amade bikin” dinirxînin.
ANF NEWS AGENCY