1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hewlêrê li Rojavayê Kurdistan silav kir
Hewlêrê li Rojavayê Kurdistan silav kir,hewlêrê,li,rojavayê,kurdistan,silav,kir

Hewlêrê li Rojavayê Kurdistan silav kir

Gelê Hewlerê têkoşîn û destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê silav kir û peyam dan ku ew ê her tim bi wan re bin û yek bin

A+ A-

Hewlêr - Gelê Hewlerê têkoşîn û destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê silav kir û peyam dan ku ew ê her tim bi wan re bin û yek bin.

Piştgiriya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Duh danê êvarî li Hewlêrê li ber Parka Şanedar çalakiyekî piştgiriyê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komîteya Piştevaniya Kurdên Rojava ve pêk hat. Di çalakiyê de bi dehan nunerên saziyên sivil û gel amade bûn. Destpêkê li ser navê Komîteya Piştvaniya Rojava peyamek hat xwendin. Di peyamê de hat gotin ew wek gelê Kurd ê li Hewlêrê her dem piştgriya gelê Rojava dikin û çi bê xwestin ew amade ne.

Di çalakiya ku bi dehan nûnerên saziyên sivil yên civakî beşdar bûn bênavber dirûşimên "Bijî yekitiya gelê Kurd" berz kirin. Dîsa her nunerê saziyekê li ser navê saziya xwe mafê axaftinê girt û hemuyan ji peyama em bi gelê Rojavayê Kurdistanê re ne da.

Di nava saziyan de PÇDK, KNK, PYD, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, CHAK û gelek saziyên din jî amade bûn. Nuunerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Huseyin Koçer jî mafê axaftinê girt, Huseyin da zanin ku armanca partiya wan heya îro ew bû ku dê çawa gelê Kurd yê li Rojava ji vê tofanê rizgar bike û wiha dewam kir. “Her çendî ku siyasetek ya reşkirinê li ser tevgera me hat meşandin jî, lê me xebatên xwe dewam kir û me wê siyaseta reşkirinê û siyaseta ku di gotin Kurd nabin yek têk bir û em gihiştin armanca xwe.” Di peyamade hat xwestin gelê Kurd yekrêziya xwe xira nekin û her roja biçe yektiya xwe xurt bikin.”

Herî dawî çalakîya piştgiriya ji bo Kurdên rojava bi sloganan dawî bû.

ANF NEWS AGENCY