1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hewlêrî 4 rojin li ber Sefaretxaneya Fransa di çalakiyê de ne
Hewlêrî 4 rojin li ber Sefaretxaneya Fransa di çalakiyê de ne,hewlêrî,4,rojin,li,ber,sefaretxaneya,fransa,di,çalakiyê,de,ne

Hewlêrî 4 rojin li ber Sefaretxaneya Fransa di çalakiyê de ne

Bi armanca şermezarkirina komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd kû li Parîsê bi awayek hovane hatin qetilkirin, gelê Hewlêrê çalakiyek girseyî pêkanî.

A+ A-

Bi armanca şermezarkirina komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd kû li Parîsê bi awayek hovane hatin qetilkirin, gelê Hewlêrê çalakiyek girseyî pêkanî. Bi hezaran kes beşdari çalakiyê bûn û komkujî bi awayek tund şermezar kirin.

Bi tevlîbûna gelek nûnerênpartiyên siyasî û rêkxistinên sivil yên Başûrê Kurdistanê û gelê wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (wargeha Mexmûr) jibo şermezarkirina qetilkirina damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNY’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez îro li Hewlêrê çalakiyek girseyî ya protestoyî pêkanî. Çalakî di demjimêr 11:00’dan bi kombûna gelê Mexmûr, gelê Hewlêr û nûnerên partiyên siyasî, rêkxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê li ber Parka Şanedêr destpêkir. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel a Mexmûrê û Meclîsa Îştar ya Jinên Mexmûrê ve hate organize kirin.

Piştî kû ji wargeha Mexmûrê gel bi hezaran maşînên kû bi wêneyên Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez, wêneyê Rêber APO, alên PKK’ê, KCK’ê, KJB’ê û HPG’ê xemilandî di demjimêr 09:30’an de ji wargeha penaberan a Mexmûr’ê berbi Hewlêrê ve birêketin. Maşînên çalakvanan di demjimêr 10:30’de gihiştin ber Parka Şanedêr. Piştî gelê Mexmûrê gihişt cihê çalakiyê bi sedan gelê Hewlêrê, karker û xebatkarên ji her çar parçên Krudistan hatin cihê çalakiyê. Bi kombûna gel re çalakiya protestoyî bi deqeyek rêz girtin jibo giyanê Şehîdan destpêkir, piştî rêzgirtinê ji aliyê endamê rêveberiya Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Hecî Kaçan ve axaftina vekirina çalakiyê hate kirin. Kaçan li ser navê gelê Mexmûrê komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd şermezar kir û da diyar kirin kû eger dewleta Fransa kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez eşker nekin wê Kurd dewleta Fransa wek dijminê xwe bibîne. Herwiha Kaçan di axafitina xwe de da diyar kirin kû; “Ev çalakî li ser sê bingehan hatiye li darxistin. Hem jibo şermezarkirina komkujiya Parîsê, hem jîbo kû Fransa kujeran eşekere bike û herî zêde jî jibo pêşwazî û oxirkirina cenazeyên şehîdên me yên Parîsê hatiye li darxistin.

Nunerên gelek partîyên siyasî û rêkxistinên civaka sivil beşdariya xwe ji çalakiya bi heybet ya gelê Mexmûrê re çêkirin û di derbarê komkujiya Parîsê de li ser navê partî û rêkxistinên xwe peyamên şermezarkirina tevkujiyê xwendin. Serokê Şaredariya Wargeha Mexmûr Ehmed Özer, endama Koordînasyona Meclisa Îştar Nûran Sezgin, nûnerê BDP’ê yê Hewlêrê Abid Îke, endamê Tevgera Goranan Abdullah Mihemed Nûrî, nûnerê Partiya Zehmetkêşên Kurdistan Bîrza Dilzar Abdullah, nûnera Yeketiya Jinên Rizgariya Kurdistan (YJRK) ya Başûrê Kurdistanê Evîn Zilan, nûnerê Hizba Ayendey Kurdistan yê Hewlêrê Aware Mamoso Dizeyî, nûnerê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Rizgar Ebbaszade, endamê Konseya Serokatiya YNDK Xalid Mehmûd, endamê polîtbûroya siyasî ya Bizûtnewey Demokratî Gelê Kurdistan Nehro Alay û nûnerê Komiteya Alikariya Rojavayê Kurdistanê li ser navê partî, rêxistin û saziyên xwe peyam xwendin. Di naveroka hemû peyaman de xemginiya jibo şehadeta siyasetmedarên Kurd hate diyar kirin. Herwiha komkujiya 3 siyasetmedarên jin yên Kurd kû li paytexta Fransa Parîsê kû bi awayek hovane hatine qetilkirin hate şermezar kirin, ji dewleta Fransa hate xwestin kû di demek ji ya din zûtir de kujerên bûyerê werin eşkere kirin. Nûnerên hemû partî û rêkxistinan gotin eger dewleta Fransa kujerên siyasetmedarên Kurd eşkere neke wê Kurd dewleta Fransa dijminê Kurdan îlan bike.

Piştî xwendina peyaman komek ji girseya gel û nûnerên Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem ji ber Parka Şanedêr heta ber sefaretxaneya Fransa Meşiyan. De dema meşê de girseya gel wêneyên 3 siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatine qetilkirin bilind kir û bi avêtina sloganên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimre Kujerên Sakîne Cansiz û hevalên wê’, ‘Bijî Yeketiya Gelê Kurd’ gihiştin nêzik sefaretxaneya Fransa. Ji ber barîkata polîsan çalakvan 100 ji sefaretxaneyê dûr kombûn bi dengê bilind komkujî şermezar kir. Piştî gihiştina girseya gel ya ber sefaretxaneyê, polîsan rê ji nûnerên Meclîsa Gel a Mexmûr vekir kû bi sefîrê Fransî re hevdîtin çêbikin. Li ber deriyê sefaretxaneyê endamê Rêveberiya Meclîsa Gel Hecî Kaçan daxuyaniya çapemeniyê da û da diyar kirin kû ew disa vê komkujiyê şermezar dikin û dixwazin dewleta Fransa kujerên siyasetmedarên Kurd eşkere bikin û hemû gelê Kurd vexwend xwedi derketina şehîdên Kurd yên Parîsê û jibo eşkere kirina kujerên wan şehîdan pêwîste tişta ji destê gelê Kurd tê bikin.

Piştî daxuyanî li ber deriyê sefaretxaneyê hate dayîn, komek li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê kû ji 5 kesan pêkdihat bi sefîrê Fransî re hevdîtin pêkanî. Hevdîtinê 30 deqîqan berdewam kir û piştî hevdîtinê li ser navê heyeta Meclîsa Gel a hevdîtin bi sefîrê Fransî pêkanî re Polat Bozan daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Bozan wiha got: “Me li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê hevdîtin bi rayedarên sefareta Fransa ya Hewlêrê re pêkanî û nameyek kû jibo serokomarê Fransa François Hollande hatiye nivisin me radestê sefîrê Fransî kir. Herwiha me helwesta xwe ya li dijî komkujiya li Parîsê ji wana re anî ziman û me komkujî disa şermezar kir û me jê xwest kû pêwîste dewleta Fransa di demek kin de kujeran eşkere bike.” Herwiha Bozan da diyar kirin kû rayedarên sefaretxaneya Fransî xemginiya xwe ya li hember komkujiya kû di dilê welatê wana Parîsê de pêkhatiye anî ziman û da diyar kû dewleta Fransa vê deqa reş ya nahêle li nav çavên dewleta xwe û tu kes nikare dostaniya Kurdan û xirap bike. Piştî daxuyaniya çapemeniyê girseya gel bi avêtina sloganan û bilindkirina wêneyên Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û alên KCK, PKK û KJB ji cihê çalakiyê belav bûn

DİHA