Hewlêrî ji bo Rojava meşiyan
Welatiyên Hewlerê ji bo ku ambargoya aborî ya li ser Rojava were rakirin û dergehê di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de were vekirin, meşek li darxistin. Girsê di meşê de slogana “Heta dergeh venebe emê li ser pîyan bîn” û “Hewlêr Efrîn Mahabat yek armanc û yek xebat” berz kirin.
Welatiyên Hewler, ji bo balkêşandina ser pirsgirêkên Kurdên Rojava û protestokirina venebûna deriyê sînorê Rojava bi vê armancê zext li ser Hukumeta Herêma bidin pêkanîn meşek pêk anîn. Çalakî ji aliyê Tevgerên Ciwanên Welatparêzên Kurdistan, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK), Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan û Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK)‘ê ve hate organizekirin. Meşa Hewlêriyan bi tevlîbûna hezaran kes ji Baxçê Ronakî bi sloganên li dijî helwesta Hukumeta Herêma Kurdistan û sloganên piştgirîya gelê Rojava destpêkir. Şayanê gotinê ye ku care yekemîne li bajarê Hewlêrê meşek ya dengê gelê azadixwaz heta navenda bajêr tê li darxistin. Di dema meşê de Hewlêriyan dilsoziya xwe jibo gelê Rojava bi sloganan anî ziman. Meşvanan bertek nîşanî helwesta Hukumeta Herêmê dan kû sozên jibo vekirina deriyê sînor dane lê xwedî derneketiye berevajiyê wê li ser xeta sînor têl raçandine. Herweha ji Hukumeta Herêmê hate xwestin kû demek ji ya din zûtir dergehê sînor were vekerin, eger dergeh neyê vekirin wê talokeyên pir mezin bi xwe re bîne. Her kû meşa Hewlêriyan berbi navenda bajar ve pêş diket tevlibûna gel zêdedibû.
Piştî kû meşa gel gihişt ber Parka Şar ya li pêşiya Kelha Hewlêrê kû li navenda bajêr cih digre li ser nave komiteya amadekar kû endamê Tevgera Ciwanên Welatparêz Hawrê Ebdullah daxuyanî xwend. Di daxuyanîyê de hate gotin kû girtina sînorê Rojava û Herêma Kurdistanê xizmetê ji dagirkerên Kurdistanê re dike û wiha berdewam kir; “Wekî tevahî raya giştî ya Kurdistanê em ji Rojavayê Kurdistanê, şoreşa gelê me agahdarîn û gelê Kurd gihiştiye astek baş. Bê goman pêwîste rejîmên dîktarot xwe biguherin nexwe wê li ber pêlên şoreşa gelên demokratîk û azadîxwaz bikevin nav gemariya dîrokê de. Tişta kû şoreşa Rojavayê Kurdistan ji ‘Bahara Ereban’ cuda dike wekhevî û aştixwaziya gelê Rojavaye”
Di daxuyaniyê de helwesta Herêma Kurdistan hate protesto kirin û wiha berdewam kir; “Mixabin herçendî gelê Kurd bi vê şoreşê keyfxweş û bihêvî bûye bes diyare kû Hukumeta Herêmê ji ber zextên dewletên derdor naxwaze ev şoreşe bigehe armanca xwe. Ji ber kû eger helwesta hukumeta Herêmê ne bi vî awayî ba deriyê sinorê Rojava nedigirt.” Der barê sozên Hukumeta Herêma Kurdistanê yên ji bo vekirina deriyê sînorê Rojava û Herêma Kurdistanê dabûn û pêkne anîne de jî di daxuyaniyê de cig girt û wiha bû; “Herçendî ku ji aliyê Hukumeta Herêmê ve ji bo vekirina deriyê sînor soz û daxuyanî binakok hatibe dayîn jî û zor car hatibû gotin kû pêwîste di demek ji yadin zûtir deriyê sinor wê vekin bes ji bo vê yekê qet hewildanek ciddî ne hatiye kirin. ji bo vê jî gelê Kurd vê siyasetê bi tû awayî na pejirîne û vê helwesta Hukumeta Herêmê weke ‘ji exlaqê siyasetê dûr’ şîrove dike. Piştî xwendina daxuyanîyê gelê Hewlêrê sloganên "Bijî berxwedana Rojavayê Kurdistan", "Ji siyaseta qirêj ya li dijî Rojavayê Kurdistan re na", "Bijî yeketiya gelê Kurd" avêtin û belav bûn.
(wd-nk/mae)