Heya şeveqê li Şemzînanê bombe barandin
Pevçûnên li çoltarên Gevriyazînê û Xaranî yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê berdewam dikin
Pevçûnên li çoltarên Gevriyazînê û Xaranî yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê berdewam dikin û gelek tîmên taybet û cerdevan sewqî herêmê hatin kirin. Hêj tu agahî ji 17 tîmên taybet ên ji duh ve winda ne nayên girtin û şewata ji ber bombebaranê dest pê kir bedewam dike.
Pevçûna di 24'ê tîrmehê de li çoltarên Gevriyazînê û Xaranî yên di navbera mezrayên Navrezan û Rubunus ên gundê Nehrî yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest pê kir berdewam dike. Herêm her tim ji aliyê helîkopterên kobra û balafirên şer ve tê bombe barankirin. Ji ber bombeyên ji 34'emîn Tabura Sînor ve raste rast tên avêtin û nêzî mezraya Yukarî Yîgîtler a gundê Kelaşkê dikevin ewlehiya can tuneye.
Herêmê raste rast tê bombebarankirin
Welatiyên mezrayên Begerde, Muşe û Tuvayê yên ji ber pevçûnê gundên xwe berdan hêj vengeriyane malên xwe û şivanên Tuva û Muşe jî duh piştî nîvro vegeriyan mezraya Gerketeyê. Leşkerên nikarin bikevin qada pevçûnê û ji bo kontrola HPG'iyan bişkênin herêmê raste rast bombe dikin û ji ber vê yekê şewata daristanê dest pê kir. Di dema operasyonê de baxçeyên gundiyan hatin taxrîpkirin û ji ber bombebaranê gelek sewalên gundiyan telef bûn.
Hêj agahî ji 17 tîmên taybet nayê girtin
Hate hînbûn ku ji 17 tîmên taybet ên duh tu agahî ji wan nehate girtin hêj agahî jê nayên girtin. Li gorî agahiyên gundiyan dayîn tîmên taybet bi helîkopter birin herêma pevçûnê û tîmên taybet ji aliyê HPG'iyan ve çep û rast gulebaran kirin. Dîsa li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin li herêma 17 tîmên taybet û HPG'iyan a pevçûnê duh piştî nîvro di bin kontrola 2 helîkopterên kobra de helîkoptereke skorskî hinek tişt birin. Hate ragihandin ku her 2 helîkopter ji aliyê HPG'iyan ve hatin gulebarankirin û helîkopterekê hate darbekirin û bi awayeke lezgîn li 34'emîn Tabura Sînor hate danîn.
Gelek cerdevan û leşker sewqî herêmê hatin kirin
Hate zanîn ku ji Qerqola Bedeve gelek leşker û cerdevan ber bi herêma operasyonê ve hatin sewqkirin. Hate hînbûn ku ji çoltarên Xaranî, Gevriyazînê ya gundê Nehrî ya pevçûn lê berdewam dikin ji Gever û Şemzînan yekîneyên seyar ên leşkeran hatin şandin. Ketin û derketina herêma Rubarokê ya Şemzînan a sivîlan ji aliyê leşker û polîsan ve tê astengkirin. Li Midûriyeta Polîsan a Şemzînan û avahiyên cemaweriyê bi sedan tîmên taybet lê tên sekinandin.
(bd/mae)