Heyata Îmraliyê daxuyanî da
ENQERE (DÎHA) – Heyeta Îmraliyê ya duh û giravê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, piştî hevdîtinê daxuyanî da û da zanîn ku têkîldarî pêvajoya çareseriyê, nêzîkatî û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê, xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Kobanê, Rojava û pêşketinên li Rojhilata Navîn de nîqaş û nirxandinên girîng hatine kirin.
Heyeta Îmraliyê ya ji Wekîlên Serokê Koma HDP’ê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken, parlamenter Sirri Sureyya Onder û Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle pêk tê piştî hevdîtina duh li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de têkîldarî hevdîtinê ev tişt hatin gotin:”Heyeta me di 29’ê Mijdara 2014’an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtineke 4 saet berdewam kir pêk anî. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî tevli heyetê bû. Di hevdîtina hate kirin de pêvajoya çareseriyê asta ku tê de ye, nêzîkatî û polîtîkayên AKP’ê. Xebatên Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê, di serî de Kobanê û Rojava pêşketinên li Rojhilata Navîn û pêşkeninên rojane yên din bi berfirehî hatine nîqaşkirin û nirxandin.
Birêz Ocalan got ku wî ‘Pêşnûmeya Pêvajoya Muzakereyê ya Demokratîk û Aştiyê’ ya ku ev demeke dirêj e li ser dixebite bi xetên giştî gihandiye merhaleyeke û bi heyeta dewletê re bi awayeke berfireh nîqaş kirine, bi merhaleya ku têde ne li ser çerçevayê mutabiq mane. Ev pêşnumeya muzakereyê bi heyeta me re hatiye parvekirin û di demeke kin de dê ji bo agahî û pêşniyarên gelê me re bê pêşkêşkirin. Heyeta me di vê pêşnûmeya hate parvekirin de ‘Pêşniyarên xwe yên çareseriyê. Sernavên muzakereyê û pêvajoya Palna Çalakiyê dê bi hemû aliyên muxatabên pêvajoyê dê bê parvekirin, nîqaşkirin û encamên derketine holê dê di demeke kin de pêşkêşî birêz Ocalan bê kirin.
Di merhaleya pêvajoya ya îro şunde birêz Ocalan bi awayeke zelal û bi israr diyar kir ku ji bo ewlehiya çareseriya demokratîk a qanûnî girîng e û heta ev ewlehî pêk neyê ne pêkan e xwe bigihînin aştî û demokrasiyê. Di vê çarçoveyê de hem di pêvajoya Xabûrê de dema hatina komên axtiyê de hem jî berdewama wê de mehkumiyetên ku mirov rû bir û man yên nayên qebûlkirin, hem jî di destpêka pêvajoyê de dema paşvekişandina gerîlayan a derveyî welat li şûna ku wateyê bidin vê li herêmê kalekol û çêkirina HES’an bi awayeke berfirehî hatiye destgirtin.
Birêz Ocalan diyar kir ku ji ber temînata zagonî negirt bang kirin û di van bangan de şaştî çêbûn û ji ber van şaştian ji gelên Tirkiyeyê re rexnedayîna xwe da û Ocalan wiha gotiye: "Ji ber vê yekê, ligel hemû israrên wî yên mezin û hişyariyên wî bang li hikûmet û dewleta ku sereratkirina zagonan nekir û gavên pratîk neavêtin a bi awayeke rexenedayînê nêzîkî pirsgirêk bibin û ji vê yekê dersan derbixin û ji bo sererastkirina zagonan dewetî berpirsiyariya xwe bi cih bîne kir. Heke alîgir di çarçoveya hususan de rast, cidî û bi biryar nêzî pêvajoyê bibin dê di nava 4-5 mehan de ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bikin çareseriya demokratîk dê pêk bê. Heke ev cidiyet û biryarî neyê nîşandan dê kaosa li herêmê kur bibe û mekanîka darbeyê encamê bigire."
Birêz Ocalan, balkişand ser girîngiya heke hemû valahiyên zagonî bên dagirtin û wisa derbasî muzakereyan bibin a "Lijneya Şopandinê" ya agirbestê kontrol bike û gotiye "Ewlehiya cemaweriyê" ya weke qada pêvajoyê xirab dike derdikeve pêşberîm e wisa dê ewleyek mayînde bibe. Birêz Ocalan di serî de gelê me yê di berxwedana Kobanê û Şengalê de cih digire û hemû gelê Kurdistanê yê Rojava û Başûr û hemû gelên di nva şerê rûmetê yê sedsala 21'emîn de cih digirin silavên xwe yên taybet şandin.
Birêz Ocalan ji tevgera jin û hemû girtiyan re jî silavên xwe yên taybet şandin. Bi vesîleya 27'ê Mijdarê hemû şehîd bi bîranîn û ji hemû kadroyên rêvehalên xwe re silva û daxwazên serkeftinê şandin."
(bd/sa/wk)