Heyeta BDP'ê dê biçe Suriyeyê
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş daxuyand ku di rojên pêşiya me de ew ê wekî heyeta Suriyeyê biçin Suriyeyê
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş daxuyand ku di rojên pêşiya me de ew ê wekî heyeta Suriyeyê biçin Suriyeyê û li wê derê lêkolînan bikin. Demîrtaş diyar kir ku ji bo di navbera PYD û Tirkiyeyê de diyalog pêş bikeve jî çi ji destê wan bê dê bikin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji ser malpera parvekirinê Twîtter geşedanên Suriyeyê nirxandin. Demîrtaş got; "Hêza ku dê yên bindest biparêze ji mekanîzmayên di bin fermandariya desthilatdariyê wêdetir ew ê yekîtiya hêza mûxalîfan be. Hewldana statûya kurdan wekî xetere dîtin şaş e. Berdevkên PYD'ê ji bo Tirkiyeyê peyamên diyalogê birê dike, lê Tirkiye vê peyamê bi gefan dibersivîne. Ev yek ne polîtîkayeke aqilane ye. Yên ku hewldanên Tirkiyeyê yên şer ji nedîtî ve tê û hewldanên BDP'ê wekî fesadiyê binav dikin piştgiriyê nadin Tirkiyeyê. Di pêvajoyên bi vî rengî de bê aqil tevgerîn ji nijadperestî wêdetir tişteke din nîn e. Gelê Kurd jî cografyaya Kurd jî rastiya dîrokî ya vê erdnîgariyê ye. Heke ev rastî bê qebulkirin dê hiqûqa biratiyê pêş bikeve. Di vê çarçoveyê de divê di navbera kurdên Suriye û Tirkiyeyê de ne şer divê diyalog pêş bikeve.
Demîrtaş anî ziman ku di mijara diyalogê de çi ji destê wan bê dê bikin û wiha axivî: "Partiya me BDP ji bo di navbera konseya bilind a kurdên Suriyeyê, PYD û Tirkiyeyê de diyalog pêş bikeve çi ji destê wan bê dê bike. Di rojên pêşiya me de heyeta BDP'ê dê biçe Suriyeyê û lêkolînan bike. Hêvîdar im çareserî nêz be.
(ak)