Heyeta BDP'ê li Çelê lêkolîn kirin
Heyeta BDP'ê çû Navçeya Çelê ya Colemêrgê û li herêma pêvçûnê lêkolîn kirin. Alîkarê Hevserokên Giştî ya BDP'ê Hamît Geylanî, diyar kir ku li herêmê pêvçûneke pir mezin tê jiyandin û bang li hikumetê kir ku ji bo çareseriyê gavên lezgînî biavêje.
Piştî ku li Navçeya Çelê ya Colemêrgê li hemberî Qereqola Cendirmeyan a Karataşê ku 7 kîlometre durî navçeyê ye, li hemberî baregeha leşkerî yê li Gira Darsînkî ya girêdayî 20'emîn Tûgaya Cendirmeyan a Sînor û li hemberî Qereqola Cendirmeyan a Rumtikê ku 40 kîlometre durî ji navçeyê ye êrîş pêk hatin, heyeta BDP'ê çûn herêmên pêvçûnan û lêkolîn pêk anîn. Heyeta ku di nav de Alîkarê Hevserokên Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî, Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglû û Cîgirê Serokê BDP'ê ya Colemêrgê Rahmî Kûrt hebû, pêşî çûn Gundê Rûmtik ku qereqola cendirmeyan lê avakiriyê. Heyet li vir bi gundiyan re hevdîtin pêk anî û piştre çû navenda Çelê û li vir bi rêvebiriya BDP'ê ya Çelê û welatiyan hevdîtin pêk anî. Herî dawî heyet li vir çû serdana malbata Hayatî Olmezê HPG'î ku li Wanê jiyana xwe ji dest dabû û sersaxî ji malbatê xwest.
Piştî hevdîtinan heyet careke din vegeriyan Colemêrgê. Alîkarê Hevserokên Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî derbarê lêkolîna heyetê agahî dan û diyar kir ku bi rojane li ser xeta Şemzînan, Çelê û Geverê digere û herêm di dîroka xwe de pêvçûnek evqas mezin cara ewil e dibîne. Geylanî bilêv kir ku ji gundiyan agahiyên derbarî pêvçûnan û tiştên hatine jiyandin girtine û wiha got: "Li herêmê zêdetirî 30 salane xwîn dirije. Daxwaza gelê herêmê sekinandina xwînê ye. Heke ev agir venemire, dê rayedarên ku vî welatî bi rêve dibin jî bişewitîne. "
(ab/mae)