Heyeta BDP'ê çû Qendîlê
A+
A-
15:52 20.12.2013
HEWLÊR (DÎHA) - Heyeta BDP'ê ya di nav de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî ku heye ji bo bi hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê re rûnin derbasî Qendîlê bûn.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Nazmî Gur û Mulkiye Bîrtane yên li ser vexwendina endamê Polîtburoya YNK'ê Mele Baxtiyar hatin Herêma Federal a Kurdistanê piştî bi hevsera Celal Talabanî Hero Talabanî û Baxtiyar re rûniştin derbasî Halepçeyê bûn. Heyeta BDP'ê piştî hevdîtinên xwe temamkirin derbasî Qendîlê bûn.
Tê gotin ku heyeta BDP'ê di hevdîtina ligel hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê de wê pêvajoya çareseriyê, bandora operasyona gendelî û rûşwetê ya li ser pêvajoyê biaxivin."
(yş)
Bêjeyên Miftehî heyeta,bdp,ê,çû,qendîlê