1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Heyeta Bilind a Rojava hat sazkirin
Heyeta Bilind a Rojava hat sazkirin,heyeta,bilind,a,rojava,hat,sazkirin

Heyeta Bilind a Rojava hat sazkirin

Heyeta Bilind a Kurdan a Rojavayê Kurdistanê hat sazkirin

A+ A-

Qamişlo - Di civîna duh di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) de pêk hat de ‘Heyeta Bilind a Kurdan’ ku biryara wê di Peymana Hewlêrê de hatibû dayîn hat sazkirin. Heyeta ji 10 kesan pêk tê û di heyetê ji her meclîsekê 5 kes hene. Kurdên Rojavayê Kurdistanê dê roja yekşemê meşên ‘Heyeta Bilind a Kurdan nunerê min e’ li dar bixin.

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di her warî de bi rêxistin dike. Di civîna duh di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) de pêk hat de ‘Heyeta Bilind a Kurdan’ ku biryara wê di Peymana Hewlêrê de hatibû dayîn hat sazkirin.

Heyeta Bilind a Kurdan ku dê di her qadê de (derve-hundir) nunertiyên hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bike, ji 10 kesan pêk tê. Heyeta ji 10 kesan pêk tê û di heyetê ji her meclîsekê 5 kes hene. Navên endamên Heyeta Bilind a Kurdan wiha ne:

Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK): Salih Mislim, Sînem Mihemed, Aldar Xelîl, Ronahî Delîl, Ebdilselam Ehmed.

Endamên Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS): Ehmed Silêman- Saaud Mele - Îsmail Heme - Nasir Alltin Îbrahim - Muhiyealltin Şêx Elî.

Di civînê de biryar hat dayîn ku her hefte carekê Heyeta Bilind bicive û rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û herêmê gotûbêj bike. Her wiha hat diyarkirin ku ger rewşek awerte çêbike dê Heyeta Bilind a Kurdan bicive û pirsgirêkên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê çareser bike.

Ev heyet dê tevî xebatên navxweyî, dê xebatên dîplomasî jî bimeşîne û Kurd dê bi rêya vê heyetê têkiliyên xwe yên bi derve re pêş bixin.

“MEŞÊN "HEYATA BILIND A KURDAN NUNERÊ MIN E"

Sazkirina Heyetê bi keyfxweşî ji aliyê gelê Kurd ve hat pêşwazîkirin. Kurd dê roja yekşemê saet di 21.00 de bi armanca pîrozkirina sazkirina Heyeta Bilind a Kurdan meşên girseyî li seranserê Rojavayê Kurdistanê li dar bixin. Meş dê bi dirûşima “Heyata Bilind a Kurdan Nunerê Min e” bên lidarxistin.

MECLÎSAN DEST BI XEBATÊN GELEMPERIYÊ KIR

Kurdan herî dawî di 22’ê tîrmehê de rêveberiya gundên Senceq, Til Cîhan û Til Ziwanê yên li ser sînor bi dest xistin. Li ser qereqola rejîma Esad a li ser sînor, ala Kurdan hat danîn. Kurdan di 19’ê tîrmehê de bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye. YPG’ê piştî rêveberiya Kobaniyê wergirt, radestê her du meclîsên Kurdan kir.

Kurdan piştî Kobaniyê, di 20’ê tîrmehê de rêveberiya Efrîn û Cindirisê xistin. Li Efrînê gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivîl bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baas de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe û meclîsên Kurdan dest bi xebatên gelemperiyê kirin.

Gelê Kurd di 21’ê tîrmehê de li Dêrka Hemko dest danîn ser hemû sazî û dezgehên fermî yên dewleta Sûriyeyê û rêvegerî xistin destê xwe. Hat ragihandin ku tevî şaredarî gelek sazî û dezgehên dewletê yên li bajêr ketine destê gel.

Deverên ku ji aliyê gel û Yekîneyên Parastinê yên Gel (YPG) ve tê bidestxistin, radestê meclîsên bajaran tên kirin. Kurdan piştî Kobanê, Efrîn, Cindirêsê û Dêrîka Hemko, di êvara 21’ê de jî, rêveberiya Amûdê bi dest xist.

ANF NEWS AGENCY