Heyeta KCD, DBP û HDP'ê diçe Kobanê
RIHA ANF Heyeteke din ji 15 kesên di nav de Hevserokên KCD, DBP û HDP'ê, wekîl û hevşaredaran hene bi armanca piştevaniya bi gelê Kobanê re diçin Kantona Kobanê.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê berdewam dikin û bi armanca piştevaniya bi Kobanê re jî bernameyên cuda pêk tên. Gelê li sînorê Kobanê kon veda bi sloganan piştgiriyê didin şervanên YPG û YPJ'ê û hilbijartî jî bi armanca piştevaniyê diçin Kantona Kobanê.
Heyeta KCD, DBP û HDP'ê ya li Pirsûsê hatin cem hev ji bo ji Deriyê Sînor ê Kobana Serxetê derbasî Kobanê bibin bi rê ket.
Di nava heyeta ji 15 kesan pêk tê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlementerên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Ayla Akat Ata, Sabahat Tuncel, Faysal Sariyildiz û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk cih digirin dê bi gelê Kobanê û rêveberên Kantonê re dê hevdîtinê bikin.
Berî heyet bi rê bikeve Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyanî da û diyar kir ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tenê gelê Kurd şer dike û ev êrîş zirarê nadin gelê Kurd tenê dê zirarê bidin gelê Tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn. Turk, da zanîn ku di vî şerî de gelê Kurd bi serkeftî derkeve.