Heyeta KNK’ê çû serdana YÎK'ê
Heyeta KNKê çû serdana Navenda Yekgirtû Îslamî ya Kurdistan (YÎK)ê
Heyeta Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ku ji Cîgira Seroka KNK'ê Nulîfer Koç, Berpirsyarên Peywendiyan Celal Kemalîzade, Mîrhem Yîgît û Berpirsyarê Başûrê Kurdistan Xebat Mihemed pêk dihat çûn serdana Navenda Yekgirtû Îslamî ya Kurdistan (YÎK) û Serokê YÎK'ê Mihemed Ferec yê ku di 6'emîn Kongra YİK’ê ku nû pêk hat de hate hilbijartin pîroz kir.
Serdanên heyeta KNK li başûrê Kurdistanê didome. Heyeta Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ku ji Cîgirê Seroka KNK'ê Nulîfer Koç, Berpirsyarên Peywendiyan Celal Kemalîzade, Mîrhem Yîgît û Berpirsyarê Başûrê Kurdistan Xebat Mihemed pêk dihat, çûn serdana Navenda Yekgirtû Îslamî ya Kurdistan (YÎK). Di serdanê de li ser navê heyetê Celal Kemalîzade axaftinek kir û Serokê YÎK'ê Mihemed Ferec ku di 6'emîn Kongra YİK’ê ku nû pêk hat de hate hilbijartin, pîroz kir. Mihemed Ferec li hemberî pîrozkirinê spasiyên xwe anî ziman û da zanîn ku wan di 6'emîn kongreya xwe de avakirina Kurdistanekî serbixwe wekî stratejiyek qebûl kirine.
(ak/ab)