1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Heyeta Kongreya Neteweyî hevdîtinên xwe dewam dike
Heyeta Kongreya Neteweyî hevdîtinên xwe dewam dike,heyeta,kongreya,neteweyî,hevdîtinên,xwe,dewam,dike

Heyeta Kongreya Neteweyî hevdîtinên xwe dewam dike

A+ A-

DÊRIK - ANF Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ku, duh derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû, piştî lêkolîna li cihê bombebarana balafirên rejîma Baas û ziyareta birîndaran, şevê din çû serdana tevgerên ciwanan ên li bajarê Dêrikê.

Heyeta ku nûnerên KCK, BDP, YNK, PDK, Yekgirtî Îslamî, Komela Îslamî û Partiya Demokrat a Kurdistan Îran (PDK-Î) pêk tê û duh derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû, li bajarê Dêrikê lêkolîn û hevdîtinên xwe didomîne. Endamên heyetê piştî ku li cihê bombebarana balafirên rejîma Baas lêkolîn kirin, bi welatiyên cihê bombebaranê re axivîn û çûn serdana malbata ku bûye hedefa bombeyan.

Heyetê her wiha bi welatiyên herêmê re li ser pirsgirêkên wan jî sohbet kirin û not girtin.

Endamên heyetê piştre jî çûn nexweşxaneyê û rewşa birîndarên bombebaranê û şervanên YPG’ê yên ku di pevçûnan de birîndar bûne pirsîn.

Heyetê her wiha ji rayedarên nexweşxaneyê der barê rewşa tenduristî û kêmasiyan de jî agahî girtin. Rayedarên nexweşxaneyê û bijîşkan diyar kirin ku, alavên wan temam in, lê pêdiviya wan bi dermanan û bi taybet dermanên şûştina gurçikan û hin nexweşiyên din ên demdirêj heye. Bijîşkan ji heyetê re gotin ku gelek kes ji ber pêdiviyên dermanên nexweşiyên demdirêj koçber bûne. Endamên heyetê jî belgeyên bi dîmen û notên bijîşkan girtin cem xwe.

Piştî ziyareta nexweşxaneyê endamên heyetê çûn serdana navenda Yekîtiya Star û li vir bi Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Star Henîfa Hisên re hevdîtin pêk anî. Heyet herî dawiyê jî bi rêxistinên ciwanan ên li bajêr re hevdîtin pêk anîn.

Îro jî endamên heyetê wê bi Saziya Malbatên Şehîdan, bijîşk û oldaran re hevdîtinan pêk bînin.