Heyeta Rojava bi siyasetmedar û rojnamevanan re hevdîtin kir
STENBOL 20.06.2014 11:49:50 Heyeta ji Rojavayê Kurdistanê ya ji bo hin danûstandinan hat Tirkiyeyê, li Stenbolê bi rojnamevan, nivîskar û nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de pêşniyar û banga Însiyatîfa Kurdî erênî hat pêşwazîkirin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Abdulselam Ahmad, Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd Mohammad Musa û Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya PYD'ê Bashira Darwis, ku ji bo bi hin rêxistinên Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bikin hatin Tirkiyeyê, li Stenbolê bi rojnamevan, nivîskar û nûnerên saziyan re rûniştin.
Di civîna ji aliyê Weqfa 78'an ve hat organîzekirin de Hevserokê ODP'ê Alper Taş, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Bajêr Emrûllah Gîngul û nivîskar Pakrat Estugyan, Celal Başlangiç, Nazim Alpman, parêzer Hulya Gulbahar û gelek kesên din amade bûn.
Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Abdulsalam Ahmad bal kişand ser polîtîkaya asîmîlasyonê ya rejîmê li Sûriyeyê li hemberî gelê Kurd meşandiye û got, "Ji bo gelê Kurd bê asîmîlekirin û ji xaka xwe bê dexistin, gelek rêbazên cuda hatin ceribandin. Gelên Sûriyeyê serî li hemberî vê zilmê rakirin. Gelê Kurd jî parçeyek ji gelan bû. Gelê Kurd jî beşdarî çalakiyên aştiyane bûn. Her tim alîgirê çalakiyên aştiyane bû. Lê belê rejîma Sûriyeyê dijwarî bikar anî."
Ahmad da zanîn ku tevgera Kurd li Rojava xeta 3. ceriband û got, "Pevçûnên li wê derê veguherîn şerê ji bo desthialtdariyê. Bi ceribandina rêya 3. re me hewl dan herêma xwe ji şer biparêzin."
Ahmad sîstema kanton a li Rojava hat avakirin jî vegot û diyar kir ku wan beşdariya Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî û Çeçenan esas girtine û got, "Li meclîsa kantona Cizîrê 101 nûner hene. Emê beşdariya Suryaniyan, Ereban, Tirkmenan û Çeçenan danexînin binê rêjeya ji sedî 10'an. Berxwedana Rojava berxwedana hemû gelan e. Şikestinek li Rojava bê jiyîn, wê bandorê li Başûrê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî bike."
'DAIŞ DIJMINÊ HEMÛ GELAN E'
Ahmad ragihand ku DAIŞ xwedî bernameyeke cîhadiye û her kesên ne ji xwe "kafir" dibîne û tine dike û got, "Serketina wan, ji bo hemû gelan xetere ye. Herêmê dikşînin nava şerekî mezhebî. Em weke Kurd û hemû gelên din, di bernameya DAIŞ'ê de tiştekî çê nabînin. Her kes li dij e. Rojava ezmûneke nû ye, her kes dikare li vê derê xwe bibîne. Em dixwazin li ser bingeha wekhevî û biratiyê bi hemû gelên li herêmê re bijîn. Em dixwazin ev rêveberiya me li tevahiya Sûriyeyê belav bibe û mînak were girtin."
Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mohammad Musa jî da xuyakirin ku bi bernameya xwe ya siyasî re ew dixwazin rejîma dîktatoriyê bê hilweşandin, li Sûriye û Rojava rejîmeke demokratî a piralî were afirandin û gelên li Sûriyeyê bên naskirin. Musa ragihand ku ew dixwazin bi beşdariya hemû mûxalefeta Sûriyeyê kongreyek were avakirin û got, "Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê nekarî xwe birêxistin bike û nekarî çareseriyê biafirîne. Du aliyên projeya me hene. Yek ji van aliyê wê yê pêwendiya xwe bi mûxalefeta Sûriyeyê heye, aliyê duyemîn jî der heqê tevgera siyasî ya Kurd a li Sûriyeyê de ye. Nakokî û pirsgirêkên di nava Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê de tên jiyîn, di nava partiyên Kurd de jî tên jiyîn. Lewma me komîte amade kirin. Me li hundir bi mûxalefeta Ereb re hevdîtin kirin. Di nava xwe de jî me bi 3 partiyên di nava ENKS de cih digirin re hevdîtin kirin, hevdîtin dewam dikin. Me li Stenbolê bi komên mûxalîf ên ser bi Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê re hevdîtin kir. Ev gav û banga însiyatîfa Kurd erênî dîtin."
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya PYD'ê Bashira Darwis jî beriya her tiştî ragihand ku çapemenî bi awayekî şaş Rojava vedibêje û got, "Hêvîdarim wê gotinên me rast werin ragihandin." Darwis diyar kir ku ew partiyeke ji her şêweyên berjewendiyên neteweperestî dûr in û got, "Dema partiyên netewe dewletî bi dawî bû. Em di wê baweriyê de ne ku xweseriya demokratîk modela herî pêşverû ya ji pirsgirêkên gelan re bibe çare ye."
Berdevkê dîplomasiyê yê TEV-DEM'ê Çinar Salih jî da zanîn ku pîvanên pergala li Rojava "Jiyanek di nava aştî û biratiya gelan" de ye û got, "Sîstema beriya niha, modela netewe dewlet di nava gelan de rê li ber pêş hukman vekir. Bi vê pergala me re ev nêrîn ji holê hat rakirin. Di çarçoveya prensîban de gotinen welat, xak gotinên pîroz nînin. Ev jiyana me li ser xakê afirandine pîroz e."
Piştî daxuyaniyan heyeta Rojava bersiv da pirsên rojnamevanan.