1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Heyetê ji bo rewşa Ocalan serî li TTB'ê da
Heyetê ji bo rewşa Ocalan serî li TTB'ê da,heyetê,ji,bo,rewşa,ocalan,serî,li,ttb,ê,da

Heyetê ji bo rewşa Ocalan serî li TTB'ê da

Heyeta ji parazêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, parazvanên mafên mirovan û parlementerên BDP'ê pêk tê, ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a tercîdê serî li Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) da

A+ A-

ALPER ATALAY Heyeta ji parazêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, parazvanên mafên mirovan û parlementerên BDP'ê pêk tê, ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a tercîdê serî li Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) da. Heyetê di serlêdanê de bal kişand ser pirsgirekêş şertên Girtîgeha Îmraliyê û tecrîda liser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Heyetê xwest TTB heyetek doktoran a serbixwe ava bike û biçe Îmraliyê lêkolîn bike.

Heyeta ji parazêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, parazvanên mafên mirovan û parlementerên BDP'ê pêk tê, ji bo balê bikşînin rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a tercîdê û şert û mercên Ocalan ên tenduristiyê lêkolîn bikin, serî li Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) da. Heyetê di serlêdanê xwest TTB heyetek doktorên serbixwe ava bike û bişîne Îmraliye. Heyeta ji bo Ocalan hate avakirin di daxwaznameya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin fikarên xwe yên li ser tenduristiya Ocalan anîn ziman.

'Berpirsiyarê pêkanînên li dijî hiqûqê AKP ye'

Di serlêdana heyetê ya TTB'ê de hate diyarkirin ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an parêzer nikarin biçin Îmraliyê û d nava 13 salên girtîgehê de tecrîda herî giran tê meşandin. Heyetê, destnîşan kir ku parêzeran 43 hefteyan qet agahî ji muwekîlê xwe negirtine û bi fikar in. Heyetê da zanîn ku li gel Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û makeqanûnê hemû mafê Ocalan tên binpêkirin. Heyetê di serlêdanê de wiha got: "Mafê Brêz Ocalan ê bi hevdîtina parêzeran re dijhiqûqî tê astengkirin. Ev binpêkirna mafê hiqûq û mirovan e. Berpirsiyariya vê yekê hikûmeta AKP'ê ye."

'Şertên tecrîdê jiyanê dijwar dike'

Heyetê di berdewama serlêdanê de bal kişand ser tecrida li ser Ocalan û wiha berdewam kir: "Serlêdanên parêzeran ên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Serdozgerê Komrê û Wezareta Dadê hatine kirin heta niha tu bersîvên erênî nehatine dayîn. Tu carî mafê muwekîlê me Ocalan ê telefonê nehatiye dayîn û 10 mehin hemû têkiliyên Ocalan ji cîhanê hatine qutkirin. Ev pêkanîn îzolasyona û tecrida herî giran e. Sedema astengiya hevdîtinê jî her tim "Muxalefeta hewayê" û "keştî xerabe ye" tê nîşandan. Ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."

'Em ji jiyana Ocalan bi fikar in'

Heyetê di serlêdanê de bal kişan ser rol û mîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Di pêvajoya Girtîgeha Îmraliyê de jî Brêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiya Tirkiyeyê gavên girîng avêt. Her tim helwl da ku pirsgirek kurd bi riya aştiyê çraeser bike. Ji ber tecrîda giran em agahiyê nagirin û em ji tenduristî û jiyana wî bi fikar in. Beriya Brêz Ocalan bê girtin tu nexweşî li ser wî tune bûn. Lê piştî hate girtin gelek nexweşî li wî derketin. Bi taybeti li sergala behnstendinê nexweşiyên mezin derketin. Nexweşiyên kronik sinuzît, kronik anjin, kronik farenjît û bapêş zêde hate xuyakirin."

Heyetê da zanîn ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2009'an piştî derbasî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind bû cihê wî 2 qat teng bû û şertên wî yên hewê bistîne xerabtir bû. We demê Ocalan diyar kiribû ku we avêtine çala mirinê.

Heyetê da zanîn ku ji wê demê heta niha Ocalan ji aliyê doktorên pispor ve nehatiye muayinekirin û raporên ku hikûmetê ji DMME'ê re şandine ji aliyê dortorên nepispar ve hatine amadekirin

Heyetê di serlêdanê de bal kişand ser pirsgirekêş şertên Girtîgeha Îmraliyê û tecrîda liser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwest TTB heyetek doktoran a serbixwe ava bike û biçe Îmraliyê lêkolîn bike.

(mae)