Heyetê li Geliyê Tiyarê lêkolîn kir
Heyeta Alman ku ji parêzer û parlementeran pêk tê, çû navçeya Çelê û li Geliyê Tiyarê ku di operasyona leşkerî de 36 endamên HPG'ê hate îdiakirin bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane lêkolîn kir. Heyetê anî ziman ku wan mînak girtine û wê li ser vê yekê raporekê amade bikin.
Heyeta Alman a ku li ser îdiayên li geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çekên kîmyewî hatiye bikaranîn û 36 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dane ji bo ku lêkolîne pişti çûn Meletiyê derbasî navçeya Çelê bûn û li Geliyê Tiyarê lêkolîn kir. Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya berê Feleknas Uca, parlamenterê alman Jan Van Aken, parêzerên alman û fransiz Cementine Frances, Rentanin Hilver, Marie Avpert, Aledeuy Ledrein Aveco, Torre Dominulle û wergêr Delal Gemîtlî bi Şaredarê Çelê Mehmet Kanar jî di nava lekolîna Geliyê Tiyarê de cih girtin. Heyet li gel reveberiya BDP'ê ya navçeya Çelê çûn Geliyê Tiyarê û lêkolîn kirin. Heyeta ku li gel Serokê Rêxistina BDP'e ya Çelê Mehmet Kanar çûn herêma Gelê Tiyarê lêkolîn pêk anîn û mînakên ax, kevir, cil û mînakên din girtin.
Heyetê piştî lêkolîn kir, li ser navê heyetê Parlementerê Alman Jan Van Aken axivî û diyar kir ku wan li herêma 1.5 kilometreyekê lêkolîn kiriye û dîtine ku li wê herêmê êrîşek pir mezin êrîş pêk hatiye. Aken, anî zimn ku wan li perçeyên bombeyên li herêmê mane neriye û dîtine ku êrîşek pir mezin û dijwar pêk hatiye. Aken, daxuyand ku ji şewata dar û berên wir jî xuya dibe ku bandora bombeyan pir mezin e û asta şîdeta şer û bombeyê xuya dike. Aken, bilêv kir ku bombeyên hatine bikar anîn -MK-82 û MK-84 ne û wiha got: "giranbûna van bombeyan 250 û 950 kîlo ne. Bandora wan gelek mezin e.
EM Ê DANEYAN BIKIN RAPOR
Aken, destnîşan kir ku wan mînakên ax, kevir, dar û perçeyên bombeyan kom kirin û piştî dane kom kirin wê li ser wan daneyan lêkolin bikin û encama lêkolinê bikin rapor. Aken, derbirî ku heta li ser wan baş lekolîn nekin nikarin encameke bêjin û piştî bi heyeta pispor li ser van mînakan lêkolîn bikin wê bi raporekê encama wê ragihînin.
'TIRKIYEYÊ BERÊ JÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR ANÎBÛ'
Aken ku hem parlementer û hem jî pisporê çekên kîmyewî ye da zanîn ku li gorî daxuyaniyên endamên HPG'ê yên li herêma pevçûnê hate gotin ku piştî bombeyan bêhna sêv û hirmiya hatiye û wiha got: "Endamên HPG'ê anîn ziman ku piştî bikaranîna çekan bêhna sêv û bihokan hat. Pişt re qirika wan şewitî û mahdê wan li hev ket. Ev bêhna hin çekên kîmyewî ye. Lê heta ku mirov lêkolînek berfireh neke nikare encamekê bêje. Wekî her kes dizane di sala 1999'an de li dijî endamên PKK'ê çekên kîmyewi hatin bikar anîn. Ev çeka kîmyewî ku hate bisar anîn bi belgeyan hate îspatkirin. Ji bo vê operasyonê jî divê Ewropa bi lezgîn heyetekê ava bike û bê li herêma operasyonê lêkolîn bike û pişt re raporekê amade bike. Tirkiye wekî bûyera 1999'an niha jî nabe alîkariya lêkolînê. Ev helwesta Tirkiyeyê gumana bikaranina çekêm kîmyewî xurttir dike. Teknolojî pir pêş ketiye. Hin çekên kîmyewî hene, piştî ten bikar anîn nîv saet şûnde şopa xwe winda dikin. Em ê vê yekê lêkolîn bikin."
Heyetê piştî lêkolîn kir paşve vegeriya.
ANF NEWS AGENCY