1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Heyva Sor derman şand Çiyayê Şengalê
Heyva Sor derman şand Çiyayê Şengalê,heyva,sor,derman,şand,çiyayê,şengalê

Heyva Sor derman şand Çiyayê Şengalê

A+ A-

DÊRIK 10.08.2014 11:01:44 Heyva Sor a Kurd a bajarê Dêrikê miqdareke derman û xwê ji welatiyên Şengalê ku di çiyayê Şengalê de asê man re şand.

Piştî ku welatiyên Şengalê ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê koçî çiya bûn û di çiyayê Şengalê de asê man, bang li hemû rêxistinên navnetewî û mirovî kirin ku derman û xwê ji wan re bişînin. Li ser vê yekê Heyva Sor a Kurd a bajarê Dêrikê tavilê miqdareke derman û xwê ji wan re şand.

Endamê Heyva Sor a Kurd a Dêrikê Hecal Ebdullah diyar kir ku wan li gorî derfetên xwe miqdareke derman ji welatiyên Şengalê re şandin, lê belê miqdara hatiye şandin têre welatiyan neke, ji ber ku derman li navenda wan bi xwe kêm e, her wiha zêdebûna koçbera di wargeha Newroz de bandor li vê yekê kir.

Ebdullah di berdewama axaftina xwe de got ku hemû rêxistinên mirovî dikarin alîkariyan di deriyên sînor ên bajarê Dirbêsiyê û Sêmalka re bişînin û da zanîn ku pêdiviya wan gelekî bi gelek cureyên dermanan heye.

Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên mirovahî kir ku bi awayekî lezgîn dermanan ji Heyva Sor a Kurd re bişînin da ku karibin alîkariya koçberan bikin.