"Heywan jî li wê girtîgehê nikarin bijîn"
Baroya Rihayê: Heywan jî li wê girtîgehê nikarin bijîn
Serokê Baroya Rihayê Îrfan Guven, têkildarî komkujiya duh ku 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da axivi û diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê pir xerab in, hewyan jî nikarin li wir bijîn.
Boraya Rihayê têkildarî komkujiya li Girtîgeha Rihayê pêk hat û 13 kes hatin qetilkirin daxuyaniya nivîskî da. Serokê Baroya Rihayê Îrfan Guven, anî ziman ku piştî serhildana li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê 13 girtî bi awayekî pir dijwar hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan û 5 girtî jî birîndar bûne. Guven, diyar kir ku li gorî daxuyaniya ferî ya Walîtiyê tê gotin ku "di navbera girtiyan de pevçûn derketiye" lê di rastiya wê de ne wisa ye û wha got: "Girtiyên girtîgehê di bin şert û mercên pir xerab de dijîn. Girtiyan li dijî şert û mercên xerab ranza dane ber agir û serî hildanee. Li girtîgehê şert û mercên li dijî mirovahiyê hene. Li wê girtîgehê sewal jî nikarin bijîn. Li hemberî germahiya li hundire girtîgehê hewyan jî nikarin îdare bikin.
(mae)