'Hezar silav ji berxwedana Lîceyê re'
3 Pûşper
ÎZMÎR (DÎHA) - Nûnerên partiyên siyasî yên Îzmîrê berxwedana gelê kurd a 9 rojin li Lîceyê berdewam dike silav kirin û diyar kirin ku divê bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî piştgiriyê bidin berxwedana. Endama Partîzan Perîhan Erkiliç, diyar kir ku hêvî dikim bajarên din ên Tirkiyeyê jî dê xwedî li berxwedana Lîceyê derbikevin û wiha got: "Ji Îzmîrê hezar silav ji Lîceyê re bin."
Berxwedana Lîceyê ya ku di 24'ê gulanê de li dijî çêkirina qereqol û qeleqolan dest pêkir çawa li Kurdistanê belav bû di rojava Tirkiyeyê de ye. Nûnerên partiyên siyasî yên Îzmîrê berxwedan silav kirin û bang li rojavayê Tirkiyeyê kirin ku piştgiriyê bidin berxwedanê.
'Berxwedanekî bêhempa...'
Endama Partîzan Perîhan Erkiliç, diyar kir ku li Lîceyê gel berxwedanekî bêhempa li dar dixe û wiha got: "Li Lîceyê şîdeta dewletê pêvajoyê asteng dike. Li aliyekî di bin navê pêvajoya çareseriyê siyaseta qirêj dimeşîne li aliyê din li çiyayên Kurdistanê qereqolan çêdike. Berxwedana gelê Lîceyê tenê li dijî çêkirina qereqol û qeleqolan nîn e di heman demê de li dijî taxankirina qadên jiyanê ye. Berxwedanekî li dijî operasyonên leşkeriye jî. Berxwedanekî girseyî û mîlîtaniye."
'Ji Îzmîrê hezar silav ji Lîceyê re'
Erkiliç, da zanîn ku di salvegera berxwedana Gezî de piştgirî û bihestiyariyekî baş nedan Lîceyê û ev yek ji bo muxalefeta Tirkiyeyê kêmasiyekî bû. Erkiliç, bilêv kir ku gelê Lîceyê li dijî polîtîkayên dewletê yên sexte bû mertalên zindî û wiha axivî: "Gelê Kurd li Kurdistana Tirkiyeyê ji bo azadiya xwe di pêvajoya çareseriyê de li aliyê dewletê berê xwe didinê, berê xwe nadê. Têkoşîna xwe ji bo qadên xwe yên jiyanê daye destpêkirin. Divê bajarên din ên rojava yên Tirkiyeyê xwedî li berxwedana Lîceyê derbikevin. Ji Îzmîrê hezar silav ji Lîceyê re."
'Berxwedana gelê kurd dê çêkirinan rawestine'
Hevserokê Rêxistina ESP'ê yê Îzmîrê Kerîm Altinmakas jî diyar kir ku di pêvajoya diyalogê de hikûmeta AKP'ê li gorî pêvajoyê tevnegeriya û wiha got: "Ji ber ku tu derê dê wê yê aştiyê tuneybû. Ji ber vê yekê jî dest bi çêkirina qereqolan kir. Ji ber ku aştî di hişmendiya wê ya jiyanê de nîn e. Lê xwest ji vê pêvajoyê fêde bigire. Piştî gelê kurd demekê sebr nîşan da ji bo li hemberî vê yekê rawestê dest bi berxwedanê kir. Berxwedana li Lîceyê rewa ye. Têkoşîna gel dê çêkirina qereqol û qeleqolan rawestîne. Berxwedana gelê kurd gelek girîng e û lê AKP di şer de israr dike."
Endama Rêxistina SDP'ê ya Îzmîr Fîlîz Kurnaz jî diyar kir ku li hemberî sosyalîstan pirsa dê di pêvajoyê de çawa têkoşînê bikin heye. Kurnaz, anî ziman ku êrîşên çareseriyê pêk neynin hene û wiha got: "Lê peywira me ew e ku em dê li hemberî van êrîşan çawa pêşenigiyê bikin û ya girîng tevgera cînî ya karkeran çawa hatiye vegotin e. Li Lîceyê ji xwe gelê kurd têkoşînê dimeşîne. Rojava xwe rêxistin kir û li hembeî hemû êrîşan diparêze û cîhanekî azad avakirin." Kurnaz, anî ziman ku divê berxwedana Lîceyê û komkujiya li Rojava ji rojavayê Tirkiyeyê re bê vegotin û wiha axivî: "Divê em ji bo vê yekê polîtîkayan pêk bînin. Divê em cîna karkeran têkoşîna kurdan a mafdar vebêjin. Di vê mijarê de kêmasiyên me henin. Gelê kurd peywira xwe girt û bi gelê xwe re rê ket. Divê em jî li vî alî vê kêmasiyê ji olê rabikin û bêtir bên cem wan û xwedî li berxwedana wan derbikevin."
(bd)