1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hezar û 40 parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re amade ne
Hezar û 40 parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re amade ne,hezar,û,40,parêzer,ji,bo,hevdîtina,bi,ocalan,re,amade,ne

Hezar û 40 parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re amade ne

A+ A-

SADIK TOPALOGLU

STENBOL (DÎHA) - Parêzerên ji 27'ê tîrmeha 2011'an heya niha bi hincetên "rewşa hewayî" û "kêştî xirabeye" nikarin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin kmapanyaya îmzayan dan destpêkirin û 1040 îmze komkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ebru Guney diyar kir ku kampanyaya îmzayan a ku di asta bangewaziyê de bi dawî bû û dê hewildanên wan ên li hemberî astengkirina hevdîtinê bidomîn.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an de heya niha bi hincetên "rewşa hewayî" û "keştî xirabe ye" nikar bi parêzer xwe re hevdîtinê bike. Wezîrê Dadê yê berê Sadullah Ergîn di meha 14'emîn a tecrîdê de daxuyaniya "Ocalan bi xwe naxwaze hevdîtinê bike" dabû lê ev ji aliyê parêzerên Ocalan ve hate derewandin. Dema tecrîda giran a li ser Ocalan berdewam dikir parêzerên Ocalan di serî de DMME û li gelek merciyên din serî li riyên hiqûqî dan lê hemû bêencam man. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di meha mijdarê de diyar kirin ku mafê parastinê tune tê hesibandin û ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin û kampanyaya îmzayan a tenê hiqûqnas tevlî bûn bi dawî bû. Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ebru Gunay diyar kir ku ji ber di encama kampanyayê de gihîştin armanca xwe bi dawî kirin.

'Pirsgirêk tenê pirsgirêka hevdîtina parêzeran a ji rêzê nîn e'

Gunay diyar kir ku ji 27'ê tîrmeha 2011'an heya niha li Îmraliyê qedexeya parêzeran a li tu cihên cîhanê tuneye berdewam dike û di pêvajoya diyalogê ya berdewam dike aktorê herî sereke muwekîlê wan Ocalan e û wiha got: "Di pêvajoya wisa de Birêz Ocalan mafên xwe yên însanî û hiqûqî bi kar nayne pirsgirêkeke gelek cidî ye." Guney anî ziman ku pirsgirêkê tenê pirsgirêka hevdîtina parêzeran a ji rêzê nîn e û wiha axivî: "Hem Birêz Ocalan aktorê pêvajoyêye û hem jî mafê parêzer û muwekîl ê di zagonên cihanê de hatin mîsogerkirin hene. Li tu cihên cîhanê ewqas mudaxeleyî li têkîliya parêzer û muwekîlê nayê kirin."

'Em têkîliyeke baş a parêzer-muwekîl nameşînin'

Gunay da zanîn ku ji bo tecrîda li ser muwekîlê wan bi dawî bikin di serî de DMME û serî li gelek cihên din dan lê tu encama negirtin û serlêdanên wan an ji demê re dihiştin an jî bi guncav bi encam nebûn. Gunay bilêv kir ku sedema vê yekê erka siyasî ya mekanîzmayên dadê derbasx dike ya mudaxeleyê li dadê dike heye û wiha axivî: "Qedexeya parêzeran piştî Serokwezîrê wê demê Erdogan parêzerên Ocalan hedef girtin dest pê kir. Ew bi xwe gelek tiştan dide fikarandin. Ji ber vê yêkê dadê biryara erka siyasî derbas bike neda. Serlêdana me ya me li DMME'yê kir di meha adarê de biryara wê hat dayîn. Me îtîraz kir lê bêyî ku em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin me pêk anî. Ji ber vê yêkê di pêvajoya dadê de me têkîliyeke baş bi muwekîlê xwe re neda meşandin."

'Li hemberî qedexeyê dê hewldanên me bidomin'

Gunay destnîşan kir ku hewil didin peywira xwe ya parastinê pêk bînin dikin lê têkîliyeke erenî bi muwekîlê xwe re nedanîn û wiha pê de çû: "Gelek tiştan em bi xwe neçar dimînin dikin. Di dema parastinê de divê pêvajoya diyaloga parêzer û muwekîlê hebe lê em vê yekê nikarin bikin û pêk tînin." Gunay diyar kir ku ji bo balê bikşînin ser vê yêkê wan kampanyaya îmzayan dan destpêkirin û dê hewldanên wan ên li hemberî qedexekirina parêzeran berdewam bikin.

'Parêzeran bêyî teredut piştgirî dan'

Gunay anî ziman ku dema kampanyaya îmzeyan de hemû parêzer bi mantiqê hiqûqa demokratîk tevgeriyan û bertekên erenî dan û wiha dawî li axaftina xwe anîn: "Piştî pêvajoya Îmraliyê dest pê kir hinek tişt piştî li Îmraliyê hatin meşandin pişt re li giştî tên pêkanîn. Ji ber vê yêkê parêzeran bêteredût piştgirî dan kampanyayê."

(bd/wk)