Hezaran kesî cenazeyên 12 şervanan oxir kirin
DÊRIK – Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyên 12 şervanên YPG’ê yên di pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest, ber bi Başûr ve oxir kirin.
Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê bi armanca wergirtina cenazeyên 12 şervanên YPG/YPJ’ê yên bi navê Zagros Çolemerg, Baran Barî, Tekoşîn Dêrsim, Rûbar Ozom, Doxan, Robîn Argêş, Newroz Êlih, Zîlan eytan, Agir Denîz, Bawer Jiyan Amed, Laşer Amed û Şêrzat Diyar ên di rojên cûda de di pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest dan, ji nexweşxaneya Wetenî ya dêrikê wergirtin.
Girseya ku wêyenên cangoriyan vekiribûn û alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hilgirtibûn û bê navber diurşmeyên dilsoziya bi berxwedana YPG/YPJ’ê re berz dikirin bi kawrwanekî tirmpêlan ber bi deriyê Sînor ê Sêmalka ve derketin rê. LI deriyê sînor dê merasîm bê lidarxistin û paşê wê cenaze derbasî Başûrê Kurdistanê bêne kirin.
(dc)
ANHA