Hezer cara duyemîn hate sirgûnkirin
Girtiyê îşkence vegot Hezer cara duyemîn hate sirgûnkirin
Girtiyê bi navê Yakup Hezer ê ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Kocaeliyê hate kirin di rê de îşkence dît û bi telefonê ji malbata xwe re got cara duyemîn hate sirgûnkirin û şandin 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê.
Girtiyê siyasî yê bi navêYakup Hezer ê ku ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Kocaeliyê hate kirin di rê de îşkence dît û bi telefonê ji malbata xwe re got cara duyemîn hate sirgûnkirin û şandin 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê. Dayîka Hezar Ayeş Hezer, diyar kir ku kurê wê di telefonê de ji wê re got, di dema sirgûnê de rastî îşkenceya leşker û gardiyanan hat, 7 rojan di hucreyê de hate girtin cezayê qedexekirina hevdîtina telefonê jê re hatiye dayîn. Ayşe Hezer, diyar kir ku ew ji jiyana kurê xwe Hezer bi guman e. Ayşe Hezer, anî ziman ku zext û zordariyên li ser kurê wê Yakup berdewam dikin û wiha got: "Berê jî kurê min Yakup û hevalên wî di dema sirgûnê de rastî îşkenceya leşker û gardiyanan hatibûn. Ji ber ku îşkenceya li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Kocaeliyê dîtin bi riya telefonê ji me re got û di çapemeniyê de derket jê re cezayê qedexekirina hevdîtina telefonê danê. Pişt re sirgûnî 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê hate kirin. Piştî kurê min hate sirgûnkirin li vir jî rastî şîdet û zextan hat û jê re 7 roj cezayê hucreyê hate birîn."
'Bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe'
Hezer, xwest ku tecrîda di serî de li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bi dawî bibe û wiha axivî: "Ligel zarokên me bêsûc di girtîgehan de tên girtin û tecrîdê li ser wan didin meşandin. Divê demildest dawî li pêkutiyên dijmirovahî û tecrîdê bên kirin. Em ji bo vî welatî perçe bikin na ji bo jiyanek bi rûmet têkoşînê didin. Zarokên me ji bo bi ziman û çanda xwe bijîn têkoşînê didin."
Hezer, da zanîn ku ji ber pêkutiyên dijmirovahî bi guman e û bang li rêxistinên sivîl kir ku bi hestiyar bin.
(bd)