1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hezeran kes di ‘Şahiya Remezanê’ de Kobanê silav kirin
Hezeran kes di ‘Şahiya Remezanê’ de Kobanê silav kirin,hezeran,kes,di,şahiya,remezanê,de,kobanê,silav,kirin

Hezeran kes di ‘Şahiya Remezanê’ de Kobanê silav kirin

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) – Şaredariya Êlihê “Şahiyên Remezanê” ya ewil pêkanî. Di şahiyê de bi hezaran kes bi dirûşmên xwe berxwedana Kobanê silav kirin. Di şahiyê de hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, diyar kir ku kes nikare têkoşîn û şoreşa Rojava bifetisîne û banga seferberiya xwedî derketina Kobanê li gelê Êlihê kir.

Şaredariya Êlihê di çarçoveya meha Remezanê de ji bo gel “Şahiyên Remezanê” li dar dixe. Şahiya ewil a ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hate amadekirin li Taxa Yavuz Selîm li Parqa Salîh Ozdemîr hate li darxistin. Di konserê de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, endamên meclîsa şaredariyê û bi hezaran welatî amade bûn. Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di konserê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Şehît namirin” hatin berzkirin. Şahî diyarî berxwedana Kobanê hate kirin û gel bi çepik û dirûşmên xwe berxwedana Kantona Kobanê silav kir. Di şahiyê de dilgeşiyek serdest hebû û gel heta derengiya şevê li ber mûzikê govend gerand.

Di bernameyê de hûnermend Xeyrî yê ku di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de dixebite derket ser dike. Hûnermend Xeyrî û estrûmanvanên xwe welatiyan li ber stranên şoreşgerî rakirin ser piyan û kêfxweş kirin. Hûnermend Xeyrî, dema strana xwe ya ji bo YPG’ê vegot girse bi yek dengî pê re dûbare kir û û asta dilgeşiya şahiyê derket heri jor.

Banga seferberiya xwedî derketina Kobanê kir

Piştî hûnermend Xeyrî, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, axivî û diyar kir ku ew vê meha Remezanê li hemû alema civaka îslamê pîroz dikin û got ku ji bo wan wateya vê mehê piştgirî, aşîtî û aramî ye. Akel, anî ziman ku di vê meha pîroz de di nav civaka îslamiyetê de kuştin, qetlîam û şer derxistin bêdeng dibe û got ku lê ew di vê mehê de li benda aştî û aramiyê bûn, lê mixabin li Rojhileta Navîn û li Rojava ew agahiyên qetliyam û mirinan digirin. Akel, destnîşan kir ku dewlet û çeteyên qetlîaman li ser serên wan pêk tînin şermezar dikin û wiha got: “Em beriya du rojan li sînorê Kobanê bûn. Me şer û pevçûnê zindî dît û jiyan kir. Em wek gelê kurd li ku dibe bila bibe, em dibêjin ji bo xwedî derketina şoreş û têkoşîna Rojava amadene û em ê dengê xwe bikin yek. Tu kes nikare vê têkoşîn û şoreşê bifetisîne.”

Akel, da zanîn ku li ser banga Partiyên Heremên Demokratîk a Êlihê dê roja dûşemê saet di 09.00’an de ji ber avahiya Şaredariya Êlihê bi seferberî biçin sînorê Kobanê û bang li hemû gelê Êlihê kir ku tevlî seferberiya wan bibin û got ku kesên tevlî vê meşê bibin bila bi amadekarî werin.

Di dema axaftina Akel, de komek ciwanên rûpoşkirî posterê Rêbêrê PKK Abdullah Ocalan derxistin ser dikê û dirûşm berzkirin. Piştî axaftina Akel, hûnermend Meral Tekçî ya ku xebatên xwe di bin banê NÇM’ê de dimeşîne derket ser dikê û heta derengiya şevê gel li ber stranê xwe coşand. Dê di rojên pêş de du şahiyên din jî li navenda Êlihê bên li darxistin.

(bg)