1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Hikûmet 3 meh li ber xwe nade"
"Hikûmet 3 meh li ber xwe nade",hikûmet,3,meh,li,ber,xwe,nade

"Hikûmet 3 meh li ber xwe nade"

A+ A-

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku ketine pêvajoyeke girîng û wiha got: “Piştî 15’ê hezîranê bila tu kes xwe nexapîne, hemû kes bila xwe li gorî vê yekê amade bikin.”. Ocalan bi van gotinan jî hişyarî kir: “Ger ku hikûmet bersiveke erênî nede vê pêvajoya çareseriyê, ger ku şerê mezin biqewime, nikare 3 mehan j îli ber xwe bide. Ev 18 sal in min dida sekinandin, mirov dikare bêje min şer sar dikir.” Ocalan, da zanîn ku hevdîtinên wî yên bi heyetê re jî, berfireh û kûr in.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina asayî ya ku roja çarşemê pêk anî de, pêşveçûnên di demên dawî de, nirxand û hişyariyên girîng kir. Ocalan, balkişand ser hevdîtinên xwe yên bi heyetê re û wiha got: “Min ji bo vê pêvajoyê gotibû pêvajoya çareseriya makezagoniya demokratîk.” Ocalan anî ziman ku ger hikûmet bersiveke erênî nede vê pêvajoya çareseriyê, ger ku şerê mezin biqewime, nikare 3 mehan jî li ber xwe bide. Ocalan, diyar kir ku pêvajoya piştî 15’ê hezîranê, an dê bibe pêvajoya lihevkirineke mezin an jî pêvajoya şereke mezin. Ocalan destnîşan kir ku ger lihevkirinek çêbibe, dê ev bibe ‘yekemîn peymana mezin a kurdan’ a di dîrokê de. Ocalan DYE’yê jî hişyar kir û wiha got: “Bila DYA jî bizanibe ku dem û dewran guherî, êdî kurd ne kurdên berê ne, ez jî ne Şêx Saîd im. Êdî tu hêzek nikare têkoşîna azadiya kurdan asteng bike.”

Ocalan, balkişand ser Girava Îmraliyê ku lê ye û wiha pê de çû: “Di dîrokê de her tim, prensên ku serî rakirin, yên ku xwestin serî rakin, anîn vê giravê. Li gorî hesabên wan, dema ku van prensan li vê derê terkî mirinê bikin, dê serhildanên wan bi vî awayî têk bibin. Piştî 27’ê Gulanê, Menderes jî anîn vê derê.”

LI GEVERÊ BÛYER CIDÎTIR Û KÛRTIR E

Ocalan, bûyerên li Navçeya Gevera Colemêrgê qewimîn nirxand û ev tişt gotin: “Ez ê têkildarî bûyerên li Geverê qewimîn, nirxandineke kurt bikim. Têra xwe nayê famkirin, tenê gotina provokasyon, rewşa heyî aşkera nake; provokasyon li ber van tiştên qewimîne, peyveke sivik e, ev kareke cidîtir, kûrtir e. Li pişta vê bûyerê, Îran heye. Ev, di çarçoveya peymana ewlehiyê ya bi Tirkiyeyê re de, hatiye pêşxistin. Ew tehliyekirinên Hîzbullahê, yên tên zanîn hebûn. Ew piştre reviyan çûn Îranê. Ev tiştên ku berê hatine famkirin in. Îran her tim li pişta tiştên bi vî rengî disekine. Destê xwe dirêjî hin tiştan dike. Hêzên bi vî rengî yên girîdayî xwe, her tim ava dike û piştgirî dide wan. Di paşerojê de jî li hemberî çend rewşenbîrên Kemalîst tiştên bi vî rengî kirin. Heman tiştan dîsa li Rojhilata Navîn jî dike. Vaye, li Lubnanê, Sûriyeyê, Bahreyn û cihên bi vî rengî jî karên bi vî rengî dike. Li pişt serhiltana şiiyan a li Bahreynê jî, Îran heye. Terza Îranê ev e. Îran, li herêmên sînor ên wekî Colemêrg, Gever û Wanê, bi pere û çekê dê van tiştan bike. Ji xwe her tim kesên ku meyl û bala wan li ser pere û çekê ne, dikare bê dîtin. Vaye dibînin ku gelê kurd hin tiştan bidest dixe, hin serkeftinên kurdan çêdibin, dibêje em bibin şirîkên vêya. Hesabê wan ev e. Dixwazin ku olê bikar bînin û bi vî awayî, li ser têkoşîna gelê kurd rûnên. AKP’ê jî rê daye wan, çavên xwe li van kirinan girtiye. Min beriya niha jî gotibû ku hûn dikarin bi vana re hevdîtin çêkin, ger ku di nav wan de yên niyeta wan baş e hebin, dikarin banga tevlibûna li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bikin, dikarin ji wan daxwaza ‘di bin baneya KCD’ê de birêxistin bibin’ ji wan bikin. Di KCD’ê de girtina bin bandora xwe, tuneye. Lê ger ku armanca wan cuda be, destûr nedin wan. Di paşerojê de gelek mirovên me qetil kirin, 10 hezar mirovên me qetil kirin. Kurd ne kurdên berê ne, nahêlin ev tişt dubare bibe; ne deh hezar, em nehêlin deh kurd jî bimirin. Tehamula me jî tune.”

BILA DYA BIZANIBE KU DEM Û DEWRAN GUHERÎ KURD NE KURDÊN BERÊ NE

Ocalan, balkişand ser daxuyaniyên sefîrê DYA’yê ku di çapemeniyê de cih girtin. Ocalan ev tişt gotin: “Hin daxuyaniyên sefîrê DYA’yê, di çapemeniyê de cih girtin. DYA ev 60 salên dawî ne ku li ser qirkirina çandî ya kurdan siyasetê dike. Ji bo ku ji Tirkiye û Îsraîlê li vê herêmê, li Rojhilata Navîn û li Kafkasyayê piştgirî bistîne, piştgirî daye qirkirina çandî ya kurdan, lê nehiştiye ku Tirkiye bi tevahî kurdan ji holê jî rake. Polîtîkaya ‘kevroşk bireve tajî bigre’ pêk aniye. Kurdan her tim birîndar hiştiye, ne kuştiye, ne jî destûr daye ku baş bibin. DYA û Îngiltereyê her tim wiha kirine. Ev ji Şerê Koreyê vir de ye wiha ye. Sedema ku ez dibêjim 60 sal jî, piştgiriya ji bo Koreyê ya sala 1952'yan e. Ji bo ku li Bosnayê, Somaliyê, Efqanîstanê û deverên bi vî rengî piştgiriya Tirkiyeyê bigre, her tim kurdan birîndar hiştiye. Ji bo ku dema kurd asê bibin bikaribin birevinê, her tim li Kurdistana Başûr deriyek vekirî jê re hiştiye. Bi vî awayî, hem Tirkiyeyê, hem jî kurdan, bi vî awayî bi xwe ve girê daye, polîtîkaya kevroşk bireve, tajî bigre meşandiye. Biryara dawî ya ku der barê Karayilan wan de girtiye jî, girêdayî vê polîtîkayê ye. Lê bila DYA jî bizanibe ku dem û dewran guherî, kurd ne kurdên berê ne, ez jî ne Şêx Saîd im. Êdî tu kes nikare têkoşîna azadiya kurdan asteng bike.”

PÊVAJOYÊN KURDÎBÛNÊ

Ocalan, diyar kir ku li herêmên cuda pêvajoyên kurdbûnê hêjayî lêkolînê ye û wiha got: “Di kurdbûna min de jî, di zarokatiya min de jî bûyerên dişibin hev hene. Mînak, taybetiya giştî ya kurdên Serhedê ne; ji Qers, Agirî, Îdir, Wan, Mûş, Erziromê bi koçberkirina ermeniyan re, ji bo kurd li van cihan bi cih nebin ji Qafqasya, Balkanan ji wê derê koçber anîn bi cih kirin. Ez ji vê re dibêjim ji kurdan paqijkirin. Ev dan jiyandin. Niha dibêjin projeyên dînan e, lê di esasê xwe de projeya dînan e ev e. Ev polîtîkaya bêkurdkirinê ne tenê li Serhedê, li başûr rojava, Meletî, Elezîz, Semsûr, Dîlok, Mereş di rastiya xwe de li rojavayê Firatê di tevahiya herêmê de ev polîtîka hate meşandin. Ev, projeyeke berfireh e. Projeyeke sedsalane ye. Ji vê bernameyê re dibêjin Plana Islahat a Şerqê. Ji dîroka 1925’an pê de ev yek xistine meriyetê. Beyî ku ev yek bê dîtin fêmkirina îro, çêkirina polîtîkayên îro ne mimkûn e. Beyî ku tu dîroka xwe bizanibe, kesayeta xwe nas bike û fêm bike, tu nikare azadiya xwe bi dest bixe û polîtîkayê bike.”

HEVDÎTINÊN LI VIR GIRÎNG IN

Ocalan, li ser hevdîtinên ku pê re tê kirin jî sekinî. Ocalan, diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê hevdîtinên çawanî û watedar in û wiha got: “Hevdîtinên cidî ne. Heyeta ku tê hevdîtinê di ferqa cidiyeta hevdîtinê de ye, her roja diçe hêj zêdetir dikevin ferqa wê. Di vê mijarê de dixwazim bi tedbîr tevbigerim, dixwazim pêşiya xwe bibînim, tecrûbeyên berê hene, ez naxwazim gavên yekalî biavêjim. Tecrûbeyên berê min mecbûr dike ku ez wiha tevbigerim. Ez dizanim ku divê ez her îhtimalê binirxînim û li ber çavan bigirim. Di rabirdûyê de tiştên bi serê Ozal, Erbakan, Ecevît hatine mecbûr dihêle ku ez wiha tevbigerim.Ez mirovekî rasteqîn im. Ez nabêjim bi hêvî me an jî bê hêvî me. Bi Ozal re em gihiştibûn qonaxa lihevhatina her tiştî. Em pir bi hêvî bûn. Me amadekariya ku gerîla bêçek bikin dikir. Di 1993’yan de me digot “temam e, çareserî pêş dikeve, hir tişt temam e”, lê piştî wê rojê ke Ozal mir! Dîsa pêvajoya tê zanîn a Erbakan heye, bi wî re jî dê çareseriyek pêş bixista. Di van mijaran de cidî bû. Piştî wê ew ji ser kar xistin. Ev Hedamê ji Sûriyeyê jî careke din van tiştan di rojnameyê de dibêje, rast dibêje. Di salên 2000’î de dîsa rewşa Ecevît jî wiha ye. Wî jî dixwest çareseriyê pêş bixe, ew jî ji ser kar xistin, felç kirin. Min tiştên hatine serê Ozal, Erbakan, Ecevît ji bo heyetê bi bîr xist. Min got, ‘Hûn niha b imin re hevdîtinê dikin, sibê tiştekî wiha dikarin bînin serê we jî. Tiştên bi Ozal, Erbakan, Ecevît re kirine, bînin serê we jî. Gelek faktorên hundir û devre dixwazin vê pêvajoyê asteng bikin. Ji vê yekê re cara çaremîn wergerandina erebeyê tê gotin, ez vê rîskê li ber çavan nagirim. Ez ê heta 15’ê Hezîranê bisekinim’. Hevdîtinên li vir helbet girîng in, heyet cidî ye. Di nava heyetê de nûnerên saziyên cidî yên dewletê hene. Heyeteke ku hêza wê dikare bandorê li dewletê bike. Nifûzeke heyetê ya bandorê li dewletê, partiyên siyasî û civakê bike heye. Lê hêj bandor li dewlet, partiyên siyasî û civakê nekiriye.”

DIVÊ GAVÊN PRATÎK BI LEZGÎNÎ TÊKEVIN DEWRÊ

Ocalan bi bîr xist ku hê jî parêznameya wî ya dawî nedane û wiha got: “Min gotibû bila navê parêznameya dawî “Kurdên di Dorpêça Qirkirinê de” be. Lê min piştre guhert. 790 rûpel bûn. Hêj nedane. Min beriya niha jî gotibû divê gavên pratîk bêne avêtin. Ez ê heta 15’ê hezîranê li bendê bim. Ji vir û pê de ez ê seatek jî li bendê nemînim. Min beriya niha jî gotibû ku êdî tehemûla vî gelî ya li bendê mayînê nemaye. Divê gavaên pratîk bi awayeke lezgîn bikevin dewrê.”

HIŞYARIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ

Ocalan balkişand ser 15’ê hezîranê û wiha berdewam kir: “Min gotibû piştî 15’ê hezîranê an dê lihevkirinek mezin çêbibe, an jî dê şerek giştî dest pê bike û dê qiyamet rabe. Dibe hem li bajar û hem jî li bejahiyan şerek dijwar ê gel, dest pê bike. Wê encamên vê yekê jî pir giran bin. Min gotibû dibe ku şerek wiha bikeve nava kûçe û kolanên bajaran jî . Ez dubare dikim; ger şerek wiha çêbibe, wê ne tenê gelê jurd ji vî şerî bandor bibe, dê her kes ji vî şerî bandor bibe. Ger ku kurdek tenê xwedî hinekî rûmet be, tehemûl nake ku saetek jî li bendê bimîne. Ez vê yekê pir zelal ji kurdan re dibêjim; Bila di rewşek wiha de min weke mirî bihesibînin, ez nikarim li vir rêbertiyek pratîkî bikim. Ji meheke zêdetir wext heye.”

DIVÊ DI DEMA AGIRBESTÊ DE BALDARTIR BIN

Ocalan bal kişand ser pêvajoya bêçalaktiyê û wiha got: “Divê di dema agirbestê de baldartir bin. Ji bo gerîlayan xweparastina di dema agirbestê de, rewşek cidîtir û girîngtir e. Divê 24 seatan şiyar bin, lê belê ne di ferqa cidiyeta vê yekê de ne. Wisa dixuyê ku berê operasyonên siyasî, dane ciwanan. Nifşê ku li ber xwe didin, dikin hedef. Dibêjin qey ew dê bi vî awayî serhildanê biqedînin.”

MODELEK DIN A XWERÊXISTINKIRINÊ BIPÊŞ DIXIM

Ocalan da zanîn ku niha modela xwerêxistinkirinek nû bipêş dixe, amadekariyê wê dike û wiha pê de çû: “Ev yek di rojeva min de ye. Ez dê di rojên pêş de vê yekê bi awayekî zêdetir pratîk bikim. Dê du lingê vê yekê hebin. Dê li aliyekê xwerêxistinkirina kurdan a navxweyî bidome, li aliyê din jî dê ev model hemû alî û derdorên çepgir, hawirdorparêz, femînîst û her kesên li Tirkiyeyê bigire nava xwe. Dê ji bo xistina meriyetê ya vê yekê, piştî hilbijartinê xebat bên meşandin. Heta niha jî dewletê her tim kemîn li ber tevgerên çepgir daniye, komplo çêkiriye. Bûyera Mustefa Sûphî wana û Mahîr wana jî wiha ye. Her tim bi van rêbazan hebûna çepgiran asteng kirine. Wisa xuya dike ku êdî dewlet jî dizane astengkirina çepgiran şaş e. Lê çepgiran jî ji bo valaderxistina vê yekê rêbaz bipêş nexistine. Kêm maye û ne bes bû. Bandora bixwebaweriyê heye. Her çendî bi yên kevin re be jî, ji bo vê hilbijartinê tiştek hatiye kirin. Ne xerab bû. Bi modela ku ez dê bipêş bixim, em ê vana hemû bikin yek. Ez ji vê re dibêjim ‘Çepgirên Demokratîk’. Di demên pêş de ez dê agahiyên berfireh bidim.”

GER ŞER ÇÊBIBE HIKÛMET NIKARE 3 MEHAN LI BER XWE BIDE

Ocalan diyar kir ku ger şerek çêbibe, hikûmet nikare 3 mehan li ber xwe bide û wiha berdewam kir; “Min beriya niha jî gotibû, li Tirkiyeyê du blok hene. A yekem bloka netewperest-nijadperest e, MHP û CHP nûnertiya vê yekê dikin. MHP hêj jî nûnerê serhişk ê blokê ye. Bloka din jî, bloka Îslamî-Tirkperest e. AKP nûneriya vêya dike. Ya ku me bipêş xist jî, bloka sêyemîn e. Ne nijadperest, ne olperest , ne jî mezhebperest e, civakbûyîna demokratîk esas digire, bloka neteweya demokratîk e. Ligel her du blokên min behs kir, ev bloka sêyem û rêya sêyemîn e. Bi salan e behsa vê blokê dikim. Lê her tim dihat gotin “Apo ye ew ê bêje …” ciddî negirtin û tiştê pêwîst, nehat kirin. Lê ger ev di dema xwe de bihata kirin, dê niha hevparê desthilatiyê bûya. Bawer im CHP êdî bi hevdîtinên em li vir pêk tînin, hesiyaye. Dîsa dibêjim, hevdîtinên me yên bi heyeta li vir re, berfireh û kûr in. Min ji vê pêvajoyê re gotibû ‘pêvajoya makezagona demokratîk’. Ger hikûmet ji bo vê çareseriyê bersivek erênî nede û şerek biqewime, nikare 3 mehan jî li ber xwe bide.”

18 SAL IN MIN ŞER SAR KIR

Ocalan destnîşan kir ku dikevin pêvajoyeke girîng û wiha got: “Bila kesek xwe piştî 15’ê hezîranê nexapîne, bila her kes amadekariyên xwe li gor vê yekê bike. Dê pêvajoya piştî 15’ê hezîranê an bibe pêvajoya lihevkirineke mezin, an jî bibe pêvajoya şereke mezin. Ger lihevkirin pêk were, dê ev lihevkirin ji bo kurdan bibe livhevkirina herî mezin a dîrokê. Ev havîn pir girîng e, em dikevin havînek ku hinek rêgezên wê yên dîrokî hene. Ev 18 sal in ez disekinînim, ango şer sar dikim.”

APO NE APOYÊ BERÊ YE

Ocalan, anî ziman ku ew dibêje dê çareseriya aşitiyane ya demokratîk bipêş bikeve û wiha pê de çû: “Ger ku piştî 15’ê hezîranê lihevkirin pêk neyê, êdî parastina pasîf û aktîf ji tiştekî re nabe. Bila êdî tu kes xwe nexapîne. Nikarin min bixapînin. Apo êdî ne Apoyê berê ye. Min di hevdîtina dawî de hemû van tiştan bi berfirehî ji wê heyetê re got. Bila kes şaş fêm neke, ev ne gef e. Ez peywira xwe ya hişyarkirinê bicih tînim. Lê dibe hêzên derve an jî hindûr van hevdîtinan provake bikin. Ev hêzên ku çaresernekirina vê pirsgirêkê dixwazin, dibe ku bi alîkariya derve û hindûr, derbe jî di nav de hemû awayên provakekirinê bikin.”

GIRTIYÊN KCK’Î

Ocalan diyar kir ku rewşa girtiyên KCK’ê ya wekî rehîneyan didome û wiha got: “Min gotibû ku derdorên akademiya polîsan, amadekariya operasyona KCK’ê teorîze dikin û di encama vê rêbazê de ev girtinên KCK’ê pêk hatin. Min beriya niya jî bal kişandibû ku hinek di nava akademiya polîsan de wisa difikirin ku dê bi tesfiyekirina KCK’ê, ev yek biqede. Van operasyonên KCK’ê, encamên pir xeter bi xwe re anîn. Ger mirov bala xwe bidê; Tirkiyeyê 5-6 salên xwe yên dawî, wenda kir. Berê jî operasyonên ku JÎTEM’ê dikir, hebûn. Tê zanîn ku Velî Kuçuk ew, berpirsyarên vê yekê ne. Min wê demê jî bal kişand ser vê yekê. Ger ne ji mudaxeleyên me bûya, dê ev rewş xirabtir bibûya. Rewşa girtinên KCK’ê tenê dikare di çarçoveya hevdîtinên li vir de aşkere bibe. Serbestberdan û neberdana wan, girêdayî encamên hevdîtinên li vir in. Ger lihevkirin pêk neyê, ew ê cezayên giran bigirin. Dibe ku bi dehan sal di girtîgehan de bimînin. Rewşa hemû hevalên girtî û bi taybetî jî rewşa girtiyên nexweş, girêdayî hevdîtinên li vir in.”

PEYAMA JI BO GIRTIYAN

Ocalan, di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Ez silavên xwe ji Tevgera Jinê re dişînim û kongreya wan silav dikim. Ji wan re serkeftinê dixwazim. Pir girîng e ku bikaribin xwe li hember desthilatiya zilam, li ser piya bigirin û hêza wan a xweparastina cewherî heye. Bawer im di warê îdeolojîk de jî xwe kûr kirine. Ez silavên xwe yên taybet ji Mehmet Aras, Hediyeya li Bakirkoy û hemû girtiyên nexweş re dişînim. Silavên xwe ji gelê me yê li Sûriyeyê re jî dişînim. Divê kurdên li Sûriyeyê hem di nava hevsengiya hikûmet û hem jî ya muxalîfan de bin. Ez silavên xwe ji gelê me yê Qers, Meletî, Denizlî, Mûş û hemû Serhadê re dişînim.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî