1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Hikûmet amadekariyên şer dike'
'Hikûmet amadekariyên şer dike',hikûmet,amadekariyên,şer,dike

'Hikûmet amadekariyên şer dike'

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Nisêbînê Kadrî Baysal, diyar kir ku hikûmet di nava amadekeriyên pevçûnekê de ne û divê demildest dest ji înşata qereqolan bê berdan.

Platforma Şaxên KESK'ê yên Nisêbînê û Sendîkaya Genel-Îş'ê têkildarî pêvajoyê de li avahiya KESK'ê civîna çapemeniyê lidar xist. Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Nisêbînê Kadrî Baysal, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê hêj bêtir ked bê dayîn û wiha got: "Di pêvajoya saleke berdewam dike fersendên gelek mezin ji bo çareseriyê derketin holê. Di pêvajoya çek bêdeng bûn û tu cenaze nayên de divê çareserî pêk bê." Baysal, da zanin ku di demên dawî de baweriya gel a li hemberî pêvajoyê hejiya û hikûmeta AKP'ê di nava amadekeriyên şer û pevçûnekê de ne û divê dawî li înşata qereqolan bê kirin.

Baysal, bi bîrxist ku li Okmeydaniyê 2 welatiyan û li ser sînorê Cizîrê jine ji aliyê leşker û polîsan ve hatin qetilkirin. Baysal, bilêv kir ku ji sala 2007'an heya niha 159 welatî bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan. Baysal bertek nîşanî xendekên li sînorê Rojava tên kolandin da û divê PDK dest ji zextên li ser saziyên kurdan pêktîne berbide.

(bd)