1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hikûmet di bin siya boykotê de hate pejirandin
Hikûmet di bin siya boykotê de hate pejirandin,hikûmet,di,bin,siya,boykotê,de,hate,pejirandin

Hikûmet di bin siya boykotê de hate pejirandin

Hikûmeta nû ya Herema Federal a Kurdistan di bin siya boykotê de hate pejirandin

A+ A-

Parlementoya Herema Federal a Kurdista bi daniştinek taybet kabîneya 7’emîn a Herema Kurdistan pejirand. Nêçîrvan Barzaniyê û wezîrê nû yek yek ketin dengdanê û hatin pejirandin. Piştî pejirandinê Serokê hikûmeta Herama Federal a Kudistan û wezîrên nû sondxwarin. Di kabîna nû de ji PDK’ê 8, YNK’ê 8, Tirkmen 2, Xirîstiyan 1, Hereketa Islamî 1, Partiya Sosiyalîst 1 û wezîrekî komînîst bi tevahî 21 wezîr di kabîna nû de cih digirin. Li aliyê din Tevgera Goran, Yekgirtû Îslamî, Komelê Îslam daniştina pejirandina hikûmetê boykot kir.

Parlementoya Herêma Federal a Kurdistan kabîneya 7'min a Hikûmeta Herema Federal a Kurdistan pejirand. Daniştin dibin siya boykotkirina muhelefetê de pêk hat. Tevgera Goran, Yekgirtû Îslamî, Komelê Îslam daniştina pejirandina hikûmetê boykot kirine û beşdarî daniştina parlementoyê nebûn. Parlementoya Herema Kurdistanê ji 111 parlementeran pêk tê. Niha PDK,YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Islamî, Komela Islamî, Partiya Ayînde, Hereketa Îslamî ya Kurdisatanê, Ermen, Xiristiyan û Tirkmen jî di nava Perlemantoyê de cih girtin. Di hilbijartina sala 2009’an de PDK û YNK piraniya dengan girtin. Li ser vê yekê PDK’ê û YNK’ê koalîsyon pêkanî û hikumet avakirin. Li gorî protokolê PDK’ê û YNK’ê ya 2005’an li hevkirine ku bi dorveger 2 sal carekê partiyek hikumetê avabike.

Piştî Serokê Berhem Salih (YNK) ji Serokê Encûmena Wezîran-hikumetê îstîfa kir, Kemal Kerkûkî jî ji serokiya parlemenê (PDK) îstifa kirin. Serokê Perlemantoya Kurdistanê pişt re dan Erselan Bayîz ê YNK'î. Piştre Mesûd Barzanî ji bo ji nû de avakirina hikumetê da Nêçîrvan Barzanî, serî li hêzên Mûxalefet (Tevgera Goran, Komel û Yekgirtû) dabû ji bona ku di kabîneya nû ya hikumetê wî de beşdarî hikûmetê bibin. Lê Mûxalefet ev daxwaz ne pejrand. Hêzên Muxalefet jî Merasîma avakirina Hikumeta nû ya kabîneya 7mîn boykot kir.Hêzên Mûxalefet (Avakirina Hikumetek bi vê rengî ne yasayî û dom kirina protokolê PDK’ê û YNK’ê ye) wek bihaneyê boykotê dan diyar kirin. Pêştî hikûmeta Herema Kurdistan hat pejirandin serokê nû yê Herema Kurdistan Niçirvan Berzanî axaftinek dirêj kir û bernameya hikûmeta nû aşkere kir. Berzanî di axiftina xwe dazanîn wê bibin hikûmeta hemû gelê herema Kurdistan û wiha got “ li rojhilata navîn guhertinê mezin hene em wek hikûmeta herema kurdistan li gel ev guhertinê demokratikîn û destek dikin.” Berzanî ji bo rewş aborî rexneyê li ser hikûmetê jî wiha got “Em ê wek hikûmet ji bo karê nelirê nemine xebat dikin û em ê xebat bikin. ji bo bazarek serbest bê ava bibe û rekebetek wek hebe em ê yasayê nû derxin.”

Wezîre di kabîneya nû de cih digirin

Navên ku di kabîna nû ya ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ji parlementoyê re sûnd xwarin evin: Serokwezîr (PDK): Nêçîrvan Idrîs Mûstefa (Nêçîrvan Barzanî), Di sala 1966 ji dayîk bûye. Beşa zanistên siyasî li Zanîngeha Tehranê bidest aniye. Ji sala 1999 heya 2009 Dû dewreyan serokatiya Hikumeta Herêma Kurdistanê kiriye. Niha jî cara sêyemîne dibe serok wezîr.

Cîgirê Serokwezîr (YNK): Hîmad Ahmed Seyîfûr, di kabîneya 5mîn (2005-2009) bo demekê cîgirê serok wezîr Nêçîrvan Barzanî bûye. Beriya bibe wezîr Endamê politîk buroya YNK’ê bûye.

Wezîrê Navxweyî (PDK): Abdûlkerîm Sûltan Abdûlah (Kerîm Sincarî), Di sala 1950 Şengalê ji dayîk bûye. Sala 1971 birwanameya Yasa û ramiyarî li Zanîngeha Begdadê bidest aniye. Ji sala 1993-1994 rêveberê Asayîşa giştî ya Herêmê bûye. Di sala 1999-2009 wezîrê Karê Hindir (Navweyî) bûye.

Wezîrê Pêşmergeh (YNK): Cafer Mûstefa Alî (Şêx Cafer), di sala 1956 li Qeredaxê girêdrayî Silêmaniyê ji dayîk bûye. Sala 2004 Endamê Perlemantoya Herêmê bûye. Di sala 2006 Wezîrê Herêm bo Karûbarê Pêşmergeh ya Herêmê bûye. Di sala 2009-2012 Wezîrê Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bûye.

Wezîrê Aborî (YNK): Bayîz Sehîd Mihemed (Bayîz Talebabî), Di sala 1944 li Kerkûkê ji dayîk bûye. Di sala 2002 Wezîrê Aborî ya hikumeta Herêmê ya Silêmaniyê bûye. Di sala 2006 Wezîrê Aborî bûye. Dîsan di sala 2008-2012 Wezîrê Aborî bûye.

Wezîrê Şarederî û Turîzmê (PDK): Dilşad Şahab Acî, Di sala 1972 li gûndê Eergoş ya girêdrayî Qezaya Mêrgesorê ya bajara Hewlêrê ji dayîk bûye. Bikaloryos ji Endaziyarîya Şaristanî bidest aniye. Di sala 2009 heya niha Endamê Perlemantoya Herêma Kurdistanê bûye.

Wezîrê Dadê (PDK): Şîrwan Nasîh Abdûllah (Şîrwan Heyderî), Di sala 1945 li Hewlêrê ji dayîk bûye. Beşa yasa bi dawî kiriye. Di sala 1992- 2012 di Sê xûlên Perlemantoya Herêmê de perlemanter bûye. Beriya bibe wezîr jî endamê perlemana Kurdistanê bû.

Wezîrê Petrolê (PDK): Dr. Adbdûllah Adûlrehman Abdûllah (Aştî Hewramî), Di sala 1948 li Hewremana girêdayî bajara Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di sala 1971 de li Zanîngeha Begdadê bikaloryos ji Endaziariya Petrol (Nefit)ê bi dest aniye. Di sala 2006- 2012 Wezîrê Petrolê ya Hikumeta Herêmê bûye.

Wezîrê Plandanînê (PDK): Dr. Elî Sindî, Di sala 1965 li Zaxoyê ji dayîk bûye. Koleja Bizîşkî li zanîngeha Mûsilê bi dawî kiriye. Di sala 2009- 2012 wezîrê Pîladananê bûye.

Wezîra Karûbara Civakî (YNK): Asos Necîb Abdûllah-jin, Di sala 1974 li bajêroka Dûzxurmatû ya Kerkûkê ji dayîk bûye. Sala 1995 diblom ji yasa bidest aniye. Di sala 2009-2012 Wezîra Karûbarê Civakî ya Hikumeta Herêmê bûye.

Wezîrê Perwerdê (PDK): Dr. Îsmet Muhammed Xalit, 1953 li Amêdiyê ya bajara Dûhokê ji dayîk bûye. Li koleja Endaziyarî ya Mûsilê diploma bilind bidest xistiye. Ev 20 sale serokê zanîngeha Dûhokê ye.

Wezîrê Çandin û çavkaniyên Avê (PDK): Dr. Sîrwan Baban, 1958 li Kerkûkê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Begdadê bikaloryos ji beşa Cyolocî û Master ji Erdnîgarî (cografî) bidest aniye. Beriya bibe wezîr li Hewlêrê serokê Zanîngeha Kurdistan bûye.

Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî (YNK): Dr. Elî Sehîd Mûhemed, li bajara Silêmaniyê ji dayîk bûye. Sala 1971 koleja Bizîşkî li zanîngeha Begdadê bi dawî kiriye. Ji sala 2005-2012 Serokê Zanîngeha Silêmaniyê bûye.

Wezîrê Karûbarê Olî (Hereketa Islamî): Kemal Elî Ezîz (Kamîlî Hacî Alî), 1955 li Helepçe ji dayîk bûye. Qonaxa amadeyî bidawî kiriye. Di sala 1987 yek ji damezrênerên Hereketa Islamî li Kurdistan-Iraq’ê bûye. Di sala 2009-2012 wezîrê Karûbarê Olî bûye.

Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan (Partiya Şûhî -Komînîst): Kawa Mehmûd Şakir, 1958 li Kerkûkê ji dayîk bûye. Masterê wî ji zanistên Islamî heye. Di sala 2009-2012 wezîrê Wezîrê Rewşenbîrî(çandî) û Ciwanan bûye.

Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê (Tirkmen): Sînan Abdûlxaliq Ahmed (Sînan Çelebî), 1944 li Hewlêrê ji dayîk bûye. Di sala 1972 master ji Endazeya Bînasazî li zanîngeha Şerqûl Ewset li Enqere bidest aniye. Sala 1993 ji bo demekê serokê ‘Tirkimen Cebhesî’ bûye. Ji sala 2009-2012 wezîrê Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê bûye.

Wezîrê Ceyranê (Parta Sosiyalîsta Demokrata Kurdistanê): Yasîn Ebûbekir (Şêx Yasîn), li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Sala 1994 li zanîngehê Endaziyariya Ceyîranê bidest aniye. Di sala 2009-2012 wezîrê ceyîranê ya hikumeta Herêmê bûye.

Wezîrê Tenduristî (YNK): Dr. Rêkewt Hemereşîd Kerîm, 1974 li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Bikaloryosê wî ji Bizîşgî û hemeliyata giştî ya Zanîngeha Selahedînê heye. Beriya bibe wezîr rêveberê giştî ya Fermangeha Tendrûstî ya bajara Silêmaniyê bûye.

Wezîrê Vegûhastin û Gehandinê (telefon) (Xirîstiyan): Johnson Siyawîş Rêhane, 1971 li Diyane ya bajara Hewlêrê ji dayîk bûye. Sala 1992 Beşa Eerdnîgarî li Zanîngeha Selahedîn bidawî kiriye. Beriya ku bibe wezîr alîkarê edîtorê kowara (Mûtwa Himaya) ya Encûmena Gelê Kidanî Siryanî Aşûrî bûye.

Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan (YNK): Sebah Ehmed Mûhemed (Mamosta Aram), 1958 li Kerkûkê ji dayîk bûye. Li Londonê ji beşa tora Internêtê master bidest aniye. Sala 1974 bûye pêşmergeh. Beriya bibe wezîr Mûdeta 14 salane wek rêveber û serperiştîkarê warê Komputerê kar kiriye.

Wezîrê Avadanî û Niştecihbûnê (YNK): Kamûran Ehmed Abdûllah, 1957 li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Bekaloryos ji endaziyariya şaristanî bidest ve aniye. Di sala 2009-2012 wezîrê Avadanî û Niştecihbûnê bûye.

(kom/mae)