Hikûmeta Başûr piştgirî da agirbestê
Piştî KCK’ê agirbest îlan kir, Hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û piştgiriye xwe anî ziman û got; “Divê Tirkiye cidî nêzîkî agirbesta KCK’ê bibe.”
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adarê Newroza dîrokî ya Amedê de banga agirbestê û xwevekişandê kir, duh Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan bi peyamekî dîmenî di Newroza bajarê Bonn ya Almanyayê de diyarkir ku, ew weke KCK, PKK û HPG ji 21’ê Adarê û şûn ve agirbestê îlan dikin. Piştî îlankirina agirbestê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û piştgirî da agirbest KCK’ê û wiha got: “Em vê biryarê erênî dibînin, ev biryar di cihê xwe de ye û em hêvî dikin ku bibe destpêka rawestandina rijandina xwîna navbera gêrîlayên PKK’ê û leşkerên Tirk de. Pêwîste Enqere bi awayek cidî li gorî vê biryara agirbesta ji dil û samîmî tevbigere û li gorî vê pêngavên pratîk bi avêje.”
Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê diyar kir ku agirbesta KCK’ê piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan ya di Newroza dîrokî ya Amedê de hate îlan kir û wiha got: “Ocalan di peyama xwe de dawî li hatina qonaxa şer û bêdengkirina çekan anî û diyar kir ku, ‘Divê bi siyaset demokratîk ev pirsgirêke çareser bibe’.” Herwiha Hikumeta Herêma Kurdistanê di berdewama daxuyaniyê de wiha anî ziman: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî peyama KCK’ê wekî niyeta paqij û amadebûna ji bo aştî û biratiya gelan pêngavek rast û berbi aştiyê ve binav dikîn. Li ser vî bingehî daxwaz ji hemû aliyekê dikîn ku vê agirbesta dîrokî weke derfetekê bizanin, bikin paldarek ji bo pêngav avêtina ber bi aştî û çaareseriya aştiyane ve.”
Di berdewama daxuyaniyê de, Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo banga agirbesta KCK’ê piştgiriya xwe anî ziman û wiha berdewam kir; “Em bi hemû awayî piştgiriya çareserkirina aştiyan û siyasî ya pirsgirêka Kurdên Bakûrê Kurdistanê dikîn. Weke her demê bi baweriya me, ev pirsgirêkek siyasiye û tenê dikare bi riya siyasî bê çareser kirin.
Herwiha di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, peyama Ocalan a di Newroza Amedê de li Kurdistan, Tirkiyeyê, herêmê û li cihanê deng veda. Di serî de Emerika Yeketiya Ewrûpa, Herêma Kurdistan û gelek aliyan piştgiriyê didin peyama Ocalan.