1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê dagirkeriya Tirk hêsan kiriye’
‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê dagirkeriya Tirk hêsan kiriye’,hikûmeta,herêma,kurdistanê,dagirkeriya,tirk,hêsan,kiriye

‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê dagirkeriya Tirk hêsan kiriye’

Ji ber hewlên dewleta Tirk yên ji bo dagirkeriya ser herêma Kurdistanê çalakvanên bajarê Helebçe gotin ku ji ber hêsan kirin û peywendiyên ne bi tendurist yên hikûmeta Herêma Kurdistanê dewleta Tirk çav berdaye xaka Başûrê Kurdistanê

A+ A-

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE Ji dervey bertekên Hikumeta Iraqê ya li dijî dagirkirina dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bertekên welatiyên kurdistanê ji berdewam dikin. Têkildarî dagirkirina Tirk ya li ser Kurdistanê çalakvanê civaka sivîl ên bajarê Helebce Direw Mehdî û Eyub Enebî ji ajansa me re axivîn. Çalakvanê civaka sivîl ê ji Helebce Direw Mehdî wiha peyîvî; “Eger sazkirina peywendî û peymanên li gel welatên cîran li ser bingehek siyasî û dîplomasî bingeh bên girtin, bê guman wê di berjewendiyên hemû kesan de bin. Lê mixabin ew peywendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di salên buhrî heta niha de li gel welatên cîran çêkirine, ne sûdmendin.” Direw Mehdî got; “Ger em temaşe bikin, ew peywendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê çêkirine ne li ser bingehek saxlemin. Tenê hikûmeta Herêmê dagirkirina dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê hêsan kiriye û her xwestiye desthilatdariya xwe li ser herêmê zêde bike.”

Direw Mehdî di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Ji ber serdema xelîfetiya Osmaniyan dewleta Tirk xwe weke xwediyê beşek ya xaka Kurdistanê dibîne û heta dibêje Mûsil ji ya me ye. Pêş derketina şerê Mûsil leşkerên xwe li herêmê bi cih kiriye û dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike. Ev ji hewildanek metirsîdare, pêwîste pêşî lê were girtin.” Têkildarî heman mijarê Çalakvanek din yê bajarê Helebce Eyub Enebî wiha axivî; “Destwerdan û destdirêjiya welatên cîran û herêmê ya li ser xaka Başûr dîrokek xwe ya kevin heye. Her wiha welatên bi hêz Kurdistan ji xwere kiriye qadek ya reqabeta şer. Ew ji ber berjewendiyên xwe hemû çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê ji bo welatê xwe dibin.”

Herî dawî Eyub Enebî wiha got; “Heta ku rayedarên siyasî yên Kurd berjewendiyên xwe yên taybet bifikirin, berjewendiyên giştî piştguh bikin, leşkerên Tirk wê dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê zêdetir bike. Piştre wê rewş ji bin kontrola hemû aliyan derkeve. Ji ber vê yekê, tenê rêya çareseriyê li hemberî dagirkerî û siyaseta dewleta Tirk tifaq û yekbûne.” (sk/rk)