1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî êrîşên Îran û Tirkiyê daxuyaniyek da
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî êrîşên Îran û Tirkiyê daxuyaniyek da,hikûmeta,herêma,kurdistanê,dijî,êrîşên,îran,û,tirkiyê,daxuyaniyek,da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî êrîşên Îran û Tirkiyê daxuyaniyek da

Serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî ji dewleta Tirk û Îranê daxwaza rawestandina bombebaran û topbaranên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê, dike

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 

 Serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî ji dewleta Tirk û Îranê daxwaza rawestandina bombebaran û topbaranên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê, dike. Bombebaranên dewleta Tirk li ser gund û sînorê xaka Başûrê Kurdistanê bê navber didomin. 

 Duh rejîma Îranê jî di serî de herêmên Hacî Omran û Sîdekan, cardin dest bi topbarana xaka Başûrê kir. Heya niha di topbaran û bombebaranên dewleta Tirk û Îranê de bi dehan welatî hatine qetilkirin û birîndarkirin. 

 Her wiha gundên welatiyên herêmên rastî van êrîşan jî hatine ziyanên cidî dîtine. Der barê topbaranên rejîma Îranê yên duh li hemberî herêmên Hacî Omran û Sîdekan ên Başûrê Kurdistanê û bombebaranên dewleta Tirk de, serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. 

 Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di çend rojên buhrî de, herêmên sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamiya Îran û Komara Tirkiyeyê ve hatin bombekirin. Di encamê de çend welatiyên herêmê birîndar bûn. Her wiha bi dehan gund jî ji neçarî hatin valakirin. Gelek koçer, cotkar û kesên çandinî dikin, ji neçarî karên xwe bicih hiştine. Ev jî bûye sedem ziyanek mezin bigehe lawir û xwezaya Herêma Kurdistanê.” Hikûmeta Herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşa êrîşên bûne sedema van ziyanên çêbûne da û wiha dewam kir; “Em ji her du dewletên cîran dikin, Komara Îslamiya Îran û Komara Tirkiyeyê dikin, bombekirina sînorên xaka Herêma Kurdistanê bi rawestîne.” 

 Hêjay gotinê ye ku rojane dewleta Tirk gund û herêmên sînorê xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Di 1’ê Tebaxa 2015’ê de balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Zergelê yê Qendîl bombe kirin û di nav de zarok jî heyîn, 8 sivîlên gund qetil kirin. Belê hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî van êrîş û kiryarên dewleta Tirk, hesabek nexwastiye. (sk)