1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hikûmeta Kurd wê li ‘Jinên Enfal’ê’ bigere
Hikûmeta Kurd wê li ‘Jinên Enfal’ê’ bigere,hikûmeta,kurd,wê,li,jinên,enfal,ê,bigere

Hikûmeta Kurd wê li ‘Jinên Enfal’ê’ bigere

A+ A-

HEWLÊR 15.09.2013 07:10:47 Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê biryara lêgerîna keçên kurd ên ku di dema rejîma Seddam de bi operasyonên Enfalê revandin û firotin Misrê, ku di nav kurdan de weke ‘Jinên Enfalê’ tên nasîn, da.

Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Omed Sebah di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ‘Keçên Kurdan’ ên ku ji aliyê rejîma Seddam ve hatin revandin û piştre firotin Misrê heya niha ne belgeyek ne jî zanyariyek li ser wan hatiye bi dest xistin û li ser vê yekê wan ev biryar dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokê Herêmê Mesûd Barzanî li ser vê mijara giring û hestiyar ji bo zelal kirina wê, ferman da hikûmeta herêmê.

Barzanî ji Hikûmeta Herêmê xwest ku komisyonek taybet a lêkolînê ava bikin, li gel mirovên belge hene di destê wan de hevdîtin bikin û serdanekî Misirê bikin, vê mijarê zelal bikin.

Li gel ku îdiayên di daxuyaniyan de rastin jî, pêwiste ev jinane bêne dîtin û rastî ji gelê kurd re bê ragihandin.

Beriya niha bi demekê, xwediyê kargeha Adil Mutehide Dr. Ruşdi Seid ku ji çapemeniya Kurd re daxuyaniyek dabû û diyarkiribû ku di dema Enfalê de hejmara jinên birine Misirê ji 40 zêdetire û ew niha di temenê 50 û 60 saliyê dene.

Jinên Enfal’ê yên ku ji aliyê rejîma Baas ve hatin firotina Misirê piştî rêze filma Erebî ya bi navê “Nîran Sedîq” qenala MBC de hate weşandin cardin ket di rojevê de.