1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hilbijartina Encûmena Eyaletên Iraqê dest pê kir
Hilbijartina Encûmena Eyaletên Iraqê dest pê kir,hilbijartina,encûmena,eyaletên,iraqê,dest,pê,kir

Hilbijartina Encûmena Eyaletên Iraqê dest pê kir

A+ A-

SERBAZ SİYAMEND

HEWLÊR (DÎHA)- Li Iraqê, Hilbijartina Encûmena Eyaletan dest pê kir. 14 milyon kes dikarin li 12 bajarên Iraqê dengê xwe bidin.

Bi armanca hilbijartina Encûmena Eyaletanên Iraqê, li 12 bajarên Iraqê yên ji bilî (Hewlêr, Silêmanî, Dûhok, Kerkûk, Mûsil û Enbar) serê sibê, hilbijartinan saet di 8:00'an de dest pê kir. Wê heya êvarê seat di 18:00'an de dengdan bidome. Li gorî agahiyên berdest wê 14 milyon kes li 12 bajarên Iraqê dikarin dengê xwe bidin. Ji bo vê yekê jî 8 hezar û 143 berbijêr di nava reqabetê dene ji bo bidestve anîna 378 kursiyên Encûmena Eyaletan. Di roja 13'ê Nîsanê jî dengdana taybetî li nexweşxane, girtgeha û nav hêzên leşkerî yê Iraqê dengdan birêve çû bû.

'Lîsta Birayetî û Bihevra jiyan' lîsta hevpar a kurdan e

Li ser asta bajarên Diyale, Selahedîn û Neynewa 7 aliyên siyasî yên kurd bi lîsteke hevbeş yê bi navê "Lîsta Birayetî û Bihevra jiyan" beşdarî hilbijartinê dibin.

Li Herêma Kurdistanê hilbijartina Eyaletan nayê kirin!

Piştî nemana rijêma Bassê di sala 2003'an de eve dûyemîn hilbijatina Encûmena Elayetane ku li Iraqê pêk tê. Lê hêj jî li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dûhok û Kerkûkê ev hilbijartin bi bihaneyên cûda pêk nehatine.

Zêdetirî 3 salane hilbijartina encûmena Eyaletan li Herêma Kurdistanê de, di dema ysayî ya xwe de pên nayê. Lazim bû yekemîn hilbijartina eyaletan di sala 2009'de pêk bê.

Herçend Serowezîrê 7mîn kabîneya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Berhem Salih, biryar da ku di 27'ê Ilona sala 2012'an li bajarên Herêma Kurdistanê hilbijartina eyaletan pêk bê. Lê ev yek bi bihaneyên cuda cuda hêj jî pêk nehat!

Hilbijartina Encûmena Eyaletan

Piştî ku DYE'yê di sala 2003'de Iraq dagirt kird, Hakima Medenî ya Iraqê yê wê çaxê Pol Birîmer, modela hlbijartina Encûmena Eyaletên Iraqê pêşniyazkir. Ev yek jî weke modelek sîstema la merkezî ket piratîkê.

(ssq/bd)