1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Hin ji wan emîr 84 çete hatin kuştin"
"Hin ji wan emîr 84 çete hatin kuştin",hin,ji,wan,emîr,84,çete,hatin,kuştin

"Hin ji wan emîr 84 çete hatin kuştin"

YPG: Di 4 rojan de hinek ji wan emîr 84 çete hatin kuştin

A+ A-

EFRÎN 29.09.2013 ANF Fermandariya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku di pevçûnên 4 rojan ên li herêma Efrînê yên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê qewimîne û hîn didomin de, hinek ji wan emîr bi giştî 84 endamên çeteyên ser bi El Qaîdeyê hatine kuştin. YPG’ê da zanîn ku di van pevçûnan de 4 şervanên wan jiyana xwe jidest dane.

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê bîlançoya pevçûnên 4 rojên dawî yên li herêma Cindêrisa Efrînê qewimîne bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li herêma di navbera Etma ya Idlibê û Cindêris a Efrînê de, di navbera hêzên YPG’ê û komên çetên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de 4 roj berê pevçûn derketine û hîn didomin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di van pevçûnan de 84 endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatine kuştin û di nava kuştiyan de hin emîrên koma çete jî hene, her wiha 4 cenaze di destê hêzên YPG’ê de ne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê wesayîtek komên çete rûxandiye, doçkayek 23 û yek ya 12.5 jî derb kirine, 8 kelaşnîkof, arpîciyek, 3 bombeyên destan, 2 cîhazên bêtêl û gelek guleyên BKS û kelaşnîkofê desteser kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser cenazeyên endamên komên çete derzî û hebên tiryakê hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama pevçûnan de Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê ya herêma Efrînê Ronahî Efrîn û endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Efrînê Ednan Efrînî û şervanên YPG’ê Welat Êrîş û Tîrêj Rojhilat jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate gotin ku zarokê Kurd Miheme Umer Îbo yê 10 salî û pîrejina bi navê Fîdan Memo jî bûne hedefa guleyên çeteyan û jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku komên çete yên li kampa Etma ya Idlibê dimînin gundên Dêr Belût, Mehmediyê, Celemê û Til Selora bi hawanan topbaran kirine û di encamê de ziyana madî li derdorê çê bûye.