"Hin Kes ji Rewşa Aram ya Rojava Çavnebar in"
Hevserokê MGRK Ahmed: Hin Kes ji Rewşa Aram ya Rojava Çavnebar in
A+
A-
Robîn Reşvan
Hin dezgehên ragihandinê îdîa kiribûn ku li bajarokê Til Birak kesên sîvîl ji alîyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatibûn kuştin.
Jibo dîtina rewşa heyî li wî bajarokî şandeyeke sîyasetvan û rojnamevanên hêrêmê çûn til Birak.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Abdulselam Ahmed, Hevserokê Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) li ser wê serdanê dixife û çavdêrîyên xwe ligel me parve dike.
Birêz Ahmed dibêje, piştî zîyareta wan eşkere bû ku ti qatlîam li Til Birak çênebûne û nûçeyên wî rengî bi mebest têne weşandin.
"Hin alîyên wek Orient TV çavnebar in ku herêmên Kurdan aram in û wek tevahîya Sûrîyê wêran nebûne. Loma jî dixwazin bi nûçeyên derew şerekî nav Kurdan û Ereban derxin."
Bêjeyên Miftehî hin,kes,ji,rewşa,aram,ya,rojava,çavnebar,in