Hiso: Em ê bi hemû derfetên xwe piştgiriya Kobanê bikin
ANHA - AMÛDÊ– Serokê Hikûmeta kantona Cizîrê Ekrem Hiso diyar kir ku êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê destkeftiyên gelê Rojava hedef digirin û bi tundî şermezar kir. Hiso got ku ew ê bi hemû hêza xwe ya leşkerî û aborî li dijî êrîşên çeteyan piştgiriyê bidin welatiyên Kobanê.
Serokê Hikûmeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Ekrem Hiso derbarê êrîşên komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku hikûmeta herêma Cizîrê dê bi hemû derfetên xwe yên leşkerî û aborî piştgiriya berxwedana welatiyên herêma Kobanê li hemberî êrîşên çeteyan bike. Hiso di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Heta ku ewlehî û aramî li hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, em ê bi hemû hêza xwe tevbigerin.”
Hiso derbarê êrîşên dawî de axaftina wiha dom kir: “Wekî ku me berê anîbû ziman heman dijminên kurdan ên kevin in, lê bi kirasekî nû ji bo tunekirina gelê Kurd tevdigerin. Netenê li kantona Kobanê lê belê êrîşên wan li dijî tevahî Kurdistanê ne.”
Hiso bang li gelê Kurd li seranserî cîhanê kir ku piştgiriya xwe bidin herêma Kobanê û bang li aliyên siyasî kir ku hevgirtina xwe li dijî êrîşên DAIŞ’ê xurt bikin.
Hiso di berdewama axaftina xwe de bang li raya giştî ya navnetewî kir ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê tevbigerin. Hiso ji bêdengbûna civaka navnetewî li hemberî kiryarên dijî mirovahiyê ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê Rojava pêk tînin, matmaybûna xwe anî ziman.
Hiso di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan û bi taybet nifşê ciwanan ên hersê kantonên Rojava bi hemû pêkhateyên wê kir ku beşdarî nava xebatên parastinê bibin û bersiva seferberiya giştî ku Hikûmeta kantona Kobanê îlankiriye bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hikûmeta Cizîrê dê bi hemû derfeta xwe di hemû aliyan de alîkariya şerê li hemberî çeteyan li herêma Kobanê bike.
DÎLBER EHMED
(jh)