Hisên Çawîş: “Pêşmergeyên Rojava” derewek e!
CÎHAD ROJ
DÊRIK – Fermandarê YPG’ê Hisên Çawîş diyar kir çekdarên PDK weke “Pêşmergeyên Rojava” binavkirin derewek e û got ku partiyên dibêjin pêşmergeyên wan hene, endamên Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê ne. Çawîş destnîşan kir ku Koalîsyon aliyê siyasî ya DAIŞ’ê ye, ango ev partî DAIŞ’î ne û got ku ew tu carî çeteyên DAIŞ’ê di welatê xwe de qebûl nakin.
Fermandarê YPG’ê Hisên Çawîş li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê, di merasîma oxirkirina têkoşer Bawer Ebdullah de axivî û sersaxî ji malbata têkoşer Bawer re xwest.
Çawîş di destpêka axaftina xwe de bang li welatiyên herêma Dêrikê kir û wiha got: “Ey gelê berxwedêr û welatparêz. Ey welatiyên Dêrik yên birçiyê azadiyê, Dêrik kaniya şehîdan a her çar parçeyên Kurdistanê ye. Tu kes nikare kirasekî ji bilî kirasê berxwedanê li bajarê Dêrikê bike. Hin alî siyaseta li dijî welatiyên Dêrikê dimeşînin û berxwedana Dêrikê bi guman dibînin. Ev welatê Şehîd Xebat, Muhyedîn, Îsmaîl û Bawer e û dê her tim bajarê berxwedêr bimîne.”
Çawîş di axaftina xwe de bal kişand ser dîrokê û wiha got kir: “Di dîrokê de her tim kurdan ji bo berjewendiyên dijminan di nava artêşên wan de leşker bûn. Lê niha cara yekemîne di dîroka Rojava de em leşker û şervanên welatê xwe ne. Kesên beşdarî nava Hêzên Erka Xweparastinê dibin parêzvanên rasteqîn ên welat in.”
‘Em pêşmergeyên rasteqîn bilind dinrixînin, lê pêşmergeyên Rojava (çekdarên PKD’ê) derewek e’
Çawîş di axaftina xwe de diyar kir ku navê Pêşmerge gelekî buha ye, lê çekdarên PDK’ê derewek e û axatina xwe wiha domand: “Hin kes xwe di pişt navan de vedişêrin û dolaran werdigirin û navên mezin li xwe dikin. Pêşmergeyên Rojava (Çekdarên PDK’ê) derewek e û welatiyan bi vî navî dixapînin. Tu rêxistin bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ tûne ye. Pêşmergeyên rast bêyî ku dolarekî werbigirin bi dehan salan li hemberî dijminên Kurdistanê li ber xwe dan. Em li hemberî van pêşmergeyên kevîn gelekî rêzdar in. Lê kesên ji Rojava reviyane û navê pêşmergeyan li xwe dikin û dolaran werdigirin, nikarin parastina Rojava bikin. Vîn û rihê parastinê li gel van kesan tûne ye. Em ji wan re dibêjin xwe bi van nîqaşan nexapînin.”
‘Koalîsyon aliyê siyasî ya DAIŞ’ê ye, Em DAIŞ’iyan di welatê xwe de qebûl nakin’
Çawîş di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê aliyê siyasî yê çeteyên DAIŞ’ê ye û ev partiyên di nava Koalîsyonê de ne tê wateya ew bi xwe DAIŞ’î ne û wiha anî ziman: “Beriya her tiştî divê ev partî xwe ji nava Koalîsyonê bikşînin û piştre jî deriyê berxwedana Rojava li pêşiya her kesî vekirî ye. Lê heta ku ew endamên Koalîsyonê ne û DAIŞ hêza leşkerî ya koalîsyonê ye, ew jî DAIŞ’î ne. Em jî DAIŞ’iyan di hundirê welatê xwe de qebûl nakin.”
‘Kesên şehîdan nas nakin, dê çawa parastinê bikin!?’
Çawîş li ser pirsa ‘Çawa şehîdan nas nakin û dê parastinê bikin? wiha got: “Hemû destkeftiyên şoreşa Rojava bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Kesên şehîdan û vê rêveberiyê nas nekin, gel jî nas nakin û nikarin parastina welat bikin. Bi van siyasetên xwe hewl didin welatiyan bixapînin û berxwedanê ji riya rasteqîn dûr bikin.”
‘Em ji her demekê bêtir ji azadiyê nêzîk in’
Fermandarê YPG’ê Hisên Çawîş got ku hêviyên têkoşeran hêdî hêdî pêk tên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şehîd Bawer ji malbateke welatparêz e û ji destpêka şoreşa Rojava ve beşdarî nava xebatên şoreşê bûne. Şehîd Bawer ji bo parastina axa xwe bike beşdarî nava Hêzên Erka Xweparastinê bû. Ev welatparêziya Rojava ye. Ev 330 cangoriyên azadiyê ku di vê goristanê de hatine spartin, hêviya wan ew bû ku parêzvanên welatê xwe bibînin. Hêviyên wan ew bû ku cihê xwe di nava hêzên parastina welat de bigirin û ne di nava artêşên dijminan de bin. Îro hêviyên têkoşeran bi cih tên. Em ji her demekê bêtir nêzî azadiyê ne. Ji ber nêzîkbûna azadiyê êrîşên li dijî herêmên me jî zêde dibin. Em wekî şervanên hêzên YPG’ê û YPJ’ê li rex hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Cewherî heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin û welatê xwe biparêzin.”
(jh/ra)
ANHA