Hozat: Li dijî tecîda li Îmraliyê em li ber xwe bidin!
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: Şer bi tecrîda li Îmraliyê re destpê kir. Heta ku tecrîd neyê rakirin û Rêber Apo azad nebe, pêşî li faşîzma AKP'ê nayê girtin û ev şerê qirêj bi dawî nabe
BEHDÎNAN - OZGUR ÇAYAN Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Şer bi tecrîda li Îmraliyê re destpê kir. Heta ku tecrîd neyê rakirin û Rêber Apo azad nebe, pêşî li faşîzma AKP'ê nayê girtin û ev şerê qirêj bi dawî nabe."
Hozat bûyerên di rojevê de ne, ji ANF'ê re nirxand.
Hozat di destpêka axaftina xwe de got, "Ez, mirovê hêja Tahîr Elçî bi rêzdarî bibîr tînim. Tahîr Elçî ji aliyê gladyoya Qesrê ve hat qetilkirin. Ji aliyê JÎTEM a Tayyîp Erdogan ve hat qetilkirin. Kengî Tahîr Elçî got, "PKK ne rêxistina terorê ye" hingî ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve hedef hat girtin û rastî lînceke siyasî hat. Dema Tahîr Elçî got, 'PKK ne rêxistina terorê ye' wê çaxê fermana kuştina wî hat dayîn."
Hozat da xuyakirin ku çawa ku dewleta Tirk bi bi hezaran kuştinên kiryar nediyar re ti encam bi dest nexist, wê niha jî bi ser nekeve û got, "Her şehadetek wê bibe sedema mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê. Ev têkoşîn wê heta serketinê bidome."
'YEKANE TIŞTA KU AKP NIHA ESAS DIGIRE, ŞER E'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku yekane tişta AKP niha esas digire şer e û ev nirxandin kir: "AKP bi şer, komkujî û polîtîkaya çavtirsandinê re dixwaze hemû dînamîkên civakî yên li ber xwe didin bi taybetî jî Kurdan teslîm bigire, bimelisîne. Tişte ku bala AKP'ê li ser e ev e. Bi rêbaza şer û şîdetê re dixwaze rejîma hegemonîk a Îslamî û neteweperest ava bike. Lê belê rastî ev e; AKP çi dike bila bike wê Kurd li ber xwe bide. Kurd wê têkoşîna demokrasî û azadiyê li her cihî bilind bike. Dawiya vî şerî, mase ye. Lê belê eger AKP bi vî mejî tevbigere, ku xuya ye wê vê rewşa xwe bidomîne, li dora maseyê wê AKP nebe."
LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA TÊKOŞÎNÊ
Hozat da xuyakirin ku ev şerê tê meşandin bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kiriye û destnîşan kir, ku bidawîbûna vî şerî bi rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan re pêkane.
Hozat ragihand ku yekane tişta dawî li planên kirêt ên hikûmeta şer AKP a faşîst bîne, bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye û got, "Ji ber vê yekê jî divê her kesên li dijî faşîzm û şer in, ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêber Apo têbikoşin. Li her derê, divê li dijî tecrîdê bi sed hezaran mirov rabin ser piyan û li hemberî yên polîtîkaya tecrîdê dimeşînin û destekdarên wan, li ber xwe bidin.
Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser vîna azad a gelê Kurd e. Tecrîdkirina vîna azad a gelê Kurd e. Ev yek sedema serhildaneke mezin e. Li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê ya kirêt a di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê me tê meşandin, girîng e li her devera cîhanê û Kurdistanê pêvajoyeke xurt a têkoşîneke bê destpêkirin. Ev têkoşîn jî heta bi destxistina encamê, divê li her derê bênavber û bi xurtî were meşandin.
Tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de tecrîda li hemberî jinê ye. Rêber Apo şervan û kedkarê herî mezin ê têkoşîna azadiya jinê ye. Bi têkoşîna xwe ya jiyana azad û wekhev re dost, hevrê û hevalê herî rasteqîn ê jinê ye, lêgerînerê heqîqetê ye. Lewma ya ku di şexsê Rêber Apo de hatiye tecrîdkirin, lêgerîna heqîqetê û azadiyê ya jinê ye. girîng e Jin li hemberî vê tecrîdê bi dirûşma 'Azadiya Ocalan azadiya me ye' her derê veguherîne qada berxwedanê û pêşengiyê ji berxwedana civakî re bike."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan di heman demê de tecrîda li ser hemû nasnameyên bindest û gelan e û got, "Têkoşîna li hemberî tecrîdê, têkoşîna ji bo afirandina jiyaneke wekhev, azadî û biratiyê ye. Lewma divê gel û bindestên li Tirkiye û Ewropayê û mirovahiya pêşverû ya tevahiya cîhanê, li hemberî vê polîtîkaya zilmê têkoşîneke hevpar bimeşînin, dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin."
POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN AKP'Ê WÊ TIRKIYEYÊ BIKE KURDISTAN
Hozat bal kişand ser êrîşên faşîst ên AKP'ê li Kurdistanê dimeşîne û destnîşan kir ku li dijî van êrîşên faşîst yekane tişta were kirin, berxwedana topyekûn e.
Hozat got, "Ev şer gav bi gav li Tirkiyeyê belav dibe û wê belav bibe. Polîtîkayên şer ên AKP'ê wê Tirkiyeyê bike Kurdistan. Ev yek encameke misoger e. Di rewşeke ku şer bi hovîtiyeke mezin li Kurdistanê bi rê ve diçe de, nabe ku Tirkiye ji vê azade be. Ev yek ne pêkan e. Ev şer wê her kesî bigire nava xwe. Eger hemû gel bi hev re li ber xwe bidin û berxwedaneke hevpar derxînin holê, wê pêşî li vê karesatê were girtin. Lê belê di rewşeke berevajî de şerekî navxweyî wê bibe qedera Tirkiyeyê. Ji xwe ya ku îro diqewime jî ev e. Ev rewş wê di roj û mehên pêş de bêhtir dijwar bibe û tevahiya Tirkiyeyê bigire nava xwe."
DAIŞ, EL NÛSRA Û AHRAR EL ŞAM RÊXISTINBÛYÎNÊN JÎTEM ÊN ROJHILATA NAVÎN IN
Hozat li ser gefên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê dixwe û civandina hemû komên çete ji bo armanca xwe, ev nirxandin kir:
"Armanca AKP'ê ne meşandina şerê li hemberî DAIŞ'ê ye. Armanca AKP'ê rizgarkirina DAIŞ'ê ye. Ji bo YPG nekeve nava Cerablûsê û Cerablûs di destê DAIŞ'ê de bimîne, AKP'ê çi ji dest hat kir. Herî dawî DAIŞ, El Nûsra û Ahrar El Şam li hev anî û hewl da bi afirandina vê rewşa nû re van hêzan weke mûxatabekî rewa nîşan bide. Polîtîkaya AKP'ê ya li ser Cerablûsê xwe dispêre vê yekê. Yanî dixwaze van her sê hêzan di bin sîwana Ahrar El Şam an jî El Nûsra de bike yek û mûxatabekî rewa biafirîne. Di vê der barê de bi koalîsyonê re hevdîtinan dike. Xuya ye bi koalîsyonê re di mijara Ahrar El Şam û El Nûsra de rewşeke li hevkirinê diafirîne. Hêza ku AKP navê Tirkmenan lê dike jî ev e. El Nûsra û Ahrar El Şam e. Di nava van hêzan de hejmareke zêde endamên JÎTEM'ê hêzên Çeçen hene. Yanî DAIŞ jî di nav de gelek hêzên dişibin wan, mirov dikarin bêjin JÎTEM a Rojhilata Navîn e. Hemû rêxistinbûyînên kontra ne. Çi eleqeya xwe bi Îslamiyetê re nîne. Berevajî; dijminê Îslamê ne, nêçirvanê mirovan e, qetlîamker, hêzên tecawizkar in."
'ÇARESERÎ FEDERASYONA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku ev polîtîka li Sûriyeyê çareseriyê nîne, berevajî wê kaosê girantir bike û got, "AKP a ku aliyekî şerê li Sûriyeyê ye, hemû lêgerînên xwe yên ji bo çareseriyê, veguherîn fiyaskoyeke mezin. Li Sûriyeyê aliyên çareseriyê diyar in. Kurd in û hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ne. Çareserî ancax li ser bingeha Federasyona Sûriyeya Demokratîk re pêkan e. Federasyona Sûriyeya Demokratîk modela çareseriyê ya herî rasteqîn e. Kurd jî dikarin di bin sîwana Federasyona Sûriyeya Demokratîk a Bakur de wek herêma Rojavayê Kurdistanê ya Xweseriya Demokratîk bijîn."