1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "HPG dikeve her derî lê dewlet nikare"
"HPG dikeve her derî lê dewlet nikare",hpg,dikeve,her,derî,lê,dewlet,nikare

"HPG dikeve her derî lê dewlet nikare"

Gelê Şemzînanê: HPG dikare bikeve her derî lê dewlet nikare

A+ A-

ERDOGAN ALTAN / VAHAP BAY Navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku ji hêla HPG'ê ve ji roja 23'yê tîrmehê ve dest bi çalakiyan kir ve ketiye rojevê. Hemwelatî û esnafên navçeyê bertekê nîşanê şîroveyên stratejîst, pispor, nivîskar û rojnameger ên weke "Ji ber gelê Şemzînanê ji PKK'ê hesnake li heremê nikare hekimiyeta xwe dane" dan. Esnafan wiha gotin: "Wisa li Stenbol û Enqereyê li ser qoltuxan rûnên derbarê Şemzînanê de şîrovekirin hêsan e. Werin li heremê bigerin bi çavên xwe bibîn in hekimiyet di destê kî de ye. HPG dikare bikeve her derî lê dewlet nikare."

HPG'ê li Şemzînanê ji roja 23'yê tîrmehê ve bi destpêkirina çalakiyên xwe ve dîsa berê raya giştî ya Tirkiyeyê da ser heremê. HPG'ê hema bibêje her roj di navbêra navçeya Şemzînan û Bajaroka Rûbarokê bi qontrola rê re propagandayê dike bi hemwelatiyan re sihbetê dike û gelek caran jî êrîş dibe ser qereqol û tabûrên leşkerî yên navçeyê û bajarokê. Bi vê re da nîşandan ku hekimiyeta heremê bi temamî ketiye destê HPG'ê. Leşker û tîmên taybet ku ji noqteyên ewlehiyê û qereqolan nikarin derbikevin derve. Tê dîtin ku qeymekam, dozger û rayedarên AKP'ê yên li navçe û bajarokê bi wesayîtên zirxî, di bin ewlehiya polîs û tîmên taybet de diçin mal û cihê karê xwe. Li aliyê din jî Qesra hikumet, miduriyeta polîsan û 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor bi 20 metreyan nêzî hev in, avahiya Serokatiya AKP'ê ya Navçeya Şemzînanê jî di navbêra wan de hatiye bi cih kirin. Hemû avahî ji hêla leşker û polîsan ve bi wesayît û amûrên bi zirxî tên parastin. Berê de qeymakam, dozger û rayedarên leşkerî ku di nava sûka navçeyê de diçûn û dihatin, xwarin û vexwarina xwe ya nîvro û êvarê li aşxaneyeke navendê de dixwarin, di demên dawî de nikarin derkevin navenda sûkê.

Navenda navçeyê jî ne bi ewleh e!

Bi taybetî piştî ji hêla HPG'ê ve hemwext avêtin ser Qeymakamtî, Miduriyeta polîsan a navçeyê, Fermandariya Cenderme û Asayîş ê, leşker û polîs bi wesayîtên zirxî piştî tarîtî dikeve erdê li navenda sûkê di wesayîtan de disekinin. Piştî her çalakiya HPG'yiyan yekîneyên leşkerî her êvar heta derengê şevê top û obusan davêjin çoltarê, dem bi dem jî polîs di navenda navçeyê de raste rast gule dibarîn.

Ji bilî rayedarên dewlet û hikumetê, stratejîst, pisporên şer, nivîskar û rojnamevan jî di televizyon û rojnameyan de şîroveya "Ji ber gelê Şemzînanê ji PKK'ê hesnake nikare hekimiyetê li heremê pêk bîne." Hemwelatî û esnafên navçeyê bertekê nîşanê van şîroveyan dan û gotin "Li Enqere û Stenbolê li ser koltuxan rûnên û şîrovekirin hêsane, werin li heremê bigerin bi çavên xwe bibîn in, ka hekimiyet di destê kî de ye."

'HPG li hemû heremê serbest dikare bigere, dikare bikeve Şemzînan jî'

Ji esnafan Harûn Akin, diyar kir ku li Şemzînanê şereke dijwar diqewim e. Akin, da zanîn ku derbarê Şemzînanê de gelek nûçeyên xelet û derew tên weşandin. Akin, destnîşan kir ku divê çapemeniya tirk û heta medyaya welatên Ewropayê werin Şemzînanê rastiyan bi çavên xwe bibîn in û rastiyan ji raya giştî re ragihîn in. Akin, wiha got: "Binêrin, HPG kengê dixwaze dikare bikeve her derî. Ji navenda navçeyê bigirin heta bajaroka Rûbarokê serbest digerin. Dikarin rê qontrol bikin, propagandaya xwe dikin. Her çiqas çapemeniya tirk dibêje 'Li Şemzînanê her tişt weke xwe ye her tişt normal e' jî rast nabêjin. Êdî hin tişt digûhir in. Heke hêzek kengê bixwaze bikeve her derî û serbest bigere dikare bikeve Şemzînanê jî û hekimiyetê bigire dest. Heke niha vê nake demek e gelê navçeyê difikir e. Lewre hêzên dewletê bê xem rastgele gule dibarîn e her derî. Ev jî zirarê dide gel, vê yekê dizan e."

'Li Şemzînanê dewlet tune ye'

Ji hemwelatiyan Çetîn Kaplan, diyar kir ku gundên li ser riya bajaroka Rûbarokê ji hêla leşkeran ve dixwazin bên valakirin û wiha got: "Gel ne rehet e, nikare here gundê xwe. Sewal, bax û bexçeyên xwe berdan li navçeyê bi cih dibin. Lê li navçeyê jî ne rehet e. Her roj her roj top, obus davêjin. Dewlet li vir tune ye. Kî çi dike nizan e. Rûniştine li Rojavayê dibêjin 'li Şemzînanê çi dibe?'. Ka werin Şemzînanê çi dibe hûnê bibîn in. Nayên bi me re naxivin, nizanin em çewa dijîn, rûniştine ser sendelya xwe li ser navê diaxivin.Her roj bombe tê barandin, gund tên valakirin. Werin bibîn in, ka pişt re hûnê li ser navê me karibin bibêjin 'Şemzînan gul û gulîstan, her tişt normal e'. Tu li wir rûniştiyî û dibêjî 'HPG nikare hekimiyeta xwe deyine'. HPG'yî kengê dixwaze ji pira ber navçeya Şemzînanê bigire heta bajaroka Rûbarokê heta ji wir jî wirdetir serbest digere. Heta hemwext dikare êrîşê saziyên dewletê yên navçeyê jî bike. Herkes vê dibîne, tenê rayedar, nivîskar, çapemenî naxwazin vê rastiyî ragihîn in. Xwe û gelê xwe dixapîn in. HPG'yiyan her derî xistiye bin destê xwe, dewlet bêdeng e, nikare ji cihê xwe jî derkeve. Em nizanin rayedar li ku ne jî. Tenê rûniştine li Enqereyê 'nizan im me ji bo Şemzînanê çi û çi kiriye' ka te ji bo Şemzînanê çi kiriye? Jibilî wêrankirinê. Niha ji Serokwezîr Erdogan re bibêjin here Colemêrgê nikare wer e. Ji ber ku rûyê wî nagire, lewre dizane dê rastî menzereyeke cûda wer e. Ji ber ku dewlet li Colemêrgê nemaye. Her roj li van deran leşker dimirin, kes li wan napirse, ma ne gunehin. Ew ji zarokên me ne. Niha 2 birayê min li leşkeriyê ne. Dê hadê bila ew zarokên xwe bişîn in leşkeriyê, nikarin."

'HPG dikare bikeve her derî, dewlet nikare'

Ji esnafan Dîlvan Oguz jî, diyar kir ku li Şemzînanê leşker sibê heta êvarê çiyayan bombebaran dike. Ogûz, da zanîn ku bi avetina bombeyan her derî, bax-bexçe, çandiniyan hemû wêran kirin. Ogûz, anî ziman ku li navçeyê bi leşkeran re harbûnek çêbû û derbirî ku êdî wisa bûye ku dema mirovek li nava erd dît bombeyê davêje serî. Ogûz, bertek nîşanê rayedar û çapemeniya tirk jî û wiha got: "Bila çapemeniya tirk du rojan bê vir, rewşa vir tê bibîn e, heke wijdan, ehlek hebe dê rastiyan bibe ji parlementoyê re vebêje. Lê ka ew wijdan? Hema seat bibe 17.00'ê êvarê tu kes li sûkê nabînî, ji ber ku hêzên ewlehiyê yên di cihê xwe de ji tirsa nikarin bisekinin têne navenda sûkê, di panzêr û wesayîtên bi zirh de dimîn in. Hema li sûkê zarokeke biçûk jî bibîn in bi pihîn û setreyan dibin miduriyetê. Mêvanek tê mala me em nikarin êvarê bên sûkê tiştek bistîn in. Bila werin bibîn in çewa ye. Binêr in HPG'yî dikarin bikevin her derî lê dewlet nikar e, çima? Vaye ji bo Şemzînanê derewan dikin, bila werin bi xwe sedema wê hîn bibin. Li vir pêvçûn derdikeve, çend leşker dimirin, ew jî taa ji Enqereyê nizanim 'me 50-60 PKK'yî kûştin'. Mirov ewqas derewker nabe, mirov hinek rastiyan dibêje ku bi temamî bêbawerî çênebe."

'Rêxistinek ê çoltarek berfireh xistibe destê xwe dikare navçeyê jî bidest bixe'

Ji esnafan Ceyhan Demîrel jî, diyar kir ku ev nêzî 45 roj e PKK gihiştiye astekî kengê dixwaze li ku derê serbest rê qontrol bike ye. Demîrel, da zanîn ku ew difikire ku gelê Şemzînanê li dijî HPG'ê tu pirsgirêkek najî. Demîrel, anî ziman ku wî bihistiye HPG li her mizgeftî, her gundî propagandaya xwe dike, bi gel re sohbetê dike û armanca çalakiyên xwe tîne ziman. Demîrel, rewşa Şemzînanê ya heyî wiha vegot: "Li şemzînanê bêdengiyek heye. Sedema wê jî mirov di nava nêrîna dê pêvçûnek biqewime de ye. Niha mirov li rêjeya nifûsê binêre, nifûsa li çoltarê ji yê navçeyê zêdetir e. Heke gund, mezra û rê jî di nav de di destê PKK'ê de be, rêxistineke ku çoltareke ewqas berfireh karibe bixe destê xwe, ewgavê dikare bikeve Şemzînanê û heqimiyetê deyine. Em dibînin ku hêzên ewlehiyê dema bi wesayîtên bi zirh dikevin nava sûkê bi çaveke dijminahî li me dinêre. Hişkû van bûyeran hemû em dikin e. Bêgûman gelk jî dixwazin ev pirsgirêk bi riya demokratîk bê çareserkirin. Êdî herkes dizane wisa naçe. Em naxwazin kes bimir e. Dewlet ev 30 sal e hê jî di baweriya ku dê vê pirsgirêkî bi kûştin û girtinê çareser bike de ye. Lê ez jî dixwazim bi gotineke Albert Enstîen axaftina xwe bi dawî bikim. Dibêje 'Alê herê bêakil a mirovan ew e, bi dehan car heman tiştî dubare bike lê li benda encamek cûda be ye'. Li pey PKK'ê bi milyonan mirov hene, baş e ev milyonan mirov ji vê rêxistinî re dibêje 'rêxistina teror', divê mirov ji mantixê wan bi pirs e."

(ea/bd)