1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG: Em ji bo her lêpirsîn û guftûgoyekê vekirî ne
HPG: Em ji bo her lêpirsîn û guftûgoyekê vekirî ne,hpg,em,ji,bo,her,lêpirsîn,û,guftûgoyekê,vekirî,ne

HPG: Em ji bo her lêpirsîn û guftûgoyekê vekirî ne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Navenda Çapemenî û Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê şerê di navbera gêrîllayên wan û pêşmergeyên PDK-Î de daxuyaniyek da. HPGê diyar kir ku şer 3-4 deqîqeyan dom kiriye û wiha got: “Pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. Piştî bûyerê berpirsên li herêmê di cih de ketine dewrê û şer rawestandine.”

HPGê derbarê aloziyên li herêma Kêlaşînê di navbera gêrîlayên wan û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Î (PDK-Î) de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Berî demekê 15-20 pêşmergeyên PDK-Î hatin herêma Xinêre û gotin, dixwazin derbasî rojhilatê Kurdistanê bibin. Ji bo derbas bibin, alîkariya pêwîst ji bo wan hatiye kirin. Lê vê komê sînor derbas nekiriye, li ciheke li herêma Xinêre bi cih bûn. Duh saet 05.00an hêzekî 7-8 wesayîtî ya PDK-Î hatin li herêma Berbizina bi cih bûn.”

Di berdewama daxuyaniya HPGê de wiha tê gotin: “Îro saet 09.00an hêzên me ji bo bizanin li Berbizina û Xinêre çi dikin û dixwazin çi bikin, hin hevdîtin çêkirin. Li Berbizana ligel hêzeke 60-70 pêşmergeyî hin hevdîtin hatin kirin, ew dîsa vegeriyan cihên jê hatineyê. Dema hevalên me çûn bi wan re hevdîtin pêkbînin, di paş de bi rengek dizî pêşmergeyan xwestin xwe nêzî tîmek hevalên me bikin û wan bê bandor bikin. Li ser vê yekê tevî hevalên me gotin nêz nebin û neyên, guhdar nekirin. Ji bo ev tîma me nekeve destê wan, ji bo hişyariyê hin gûle berdane.

Li vir 3-4 deqîqeyan şer rûda. Di encamê de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Rêveberiya me ya li vir, dest li vê rewşê werda û şer da rawestandin. Li vir hevdîtin ligel fermandarê wê tîmê hatin kirin. Di encama hevdîtinan de me pêşmergeyê birîndar aniye nexweşxaneya xwe û ji bo tedawî bibe. Pêşmergeyên din jî paşde vekişiyan. Ji bo pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyane bê çareserkirin, hevdîtin didomin.”

Em ne alîgirê şer in

HPGê bang li gelê kurd kir û di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Bila hemû gelê me û raya giştî baz bizane em ne alîgirê êriş û şeran in. Hêzeke me ya li wir ji bo neyên bê bandor kirin, li hemberî kesên xwestine vê yekê bikin, gûle berdane. Em dixwazin bêjin, ji ber rûdana vê bûyerê û şehîdbûna pêşmergeyekê, em xemgînin. Rastiya bûyerê wiha ye. Tevî vê yekê hin dezgehên ragihandinê û derdor, bûyerê berevajî nîşan didin. Dibêjin, hêzên me êriş kirin û şerek mezin rûdaye, em vê weke niyeteke baş bi nav nakin. Em dixwazin wê yekê ragihînin ku ji bo bûyer zelal bibe û bigihe çareseriyê, em ji her lêpirsîn û guftûgoyekê re vekirîne. Em bang li hemû raya giştî, welatparêz û derdorên demokrat dikin, li hemberî derdorên bûyerê tehrîk dikin xwedî helwest bin.”