1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG: Herî kêm 39 leşker hatin kuştin
HPG: Herî kêm 39 leşker hatin kuştin,hpg,herî,kêm,39,leşker,hatin,kuştin

HPG: Herî kêm 39 leşker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star ên li Bakurê Kurdistanê li dar dixin bê navber dewam dikin. Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de bi zelalî 39 leşker hatin kuştin. Panzerek, wesayîtekî zirxî ya Kobra hate rûxandin, tankek jî hate derbkirin

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivskî da. HPG’ê têkildarî çalakiyên li Colemêrgê ev agahî parvekirin: “14’ê Cotmehê saet 06.30’an li Şemzînan a Colemergê nêzî 30 leşker dema ku ber bi cihê asayişê yê di navbera alaya Garê û tesîsa masiyan ve diçû hêzên me yên Gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatine kuştin û 4 leşker hatibûn birîndarkirin. Li gorî agahiyên berdest 4 leşkerên birîndar jî mirine.

14’ê Cotmehê, sibehê û 15’ê Cotmehê (îro) saet 09.30’an hêzên me yên Gerîla bi ser leşkerên li girê Koordîne yê Çelê ya Colemergê çalakiyeke segvanî pêk anîne û di encamê de 2 leşker hatine kuştin.

14’ê Cotmehê saet 11.30’an hêzên me yên gerîl li nêzî gundê Şiltan Şêxmûs a li ser rêya Amed-Mêrdînê çalakiyeke sabotajê bi ser konvoya leşkerî de pêk anîne, di vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya Kobra hatiye rûxandin, 4 leşker hatine kuştin û 3 jê birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên şehîd Bûn ku di operasyoneke TC’ê de li Stewrê ya Mêrdînê şehîd bûbûn.”

LI WAN Û ŞIRNEXÊ ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ

HPG’ê di dewam daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

“11’ê Cotmehê saet 00.00’an bi ser Tepê Şehîdan û Sirtê Şehîd Xemgîn ên li qadên Bagokê ya Mêrdînê de operasyon daye destpêkirin û 12’ê Cotmehê berêvarî ev operasyona bêencam bi dawî bûye.

13’ê Cotmehê artêşa TC’ê li gundê Setkarê ya Bêşebabê ya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê dema ku leşker û kontra li girekî bi cih dibûn hêzên me çalakiyeke sabotajê li dijî wan pêk anî û di encamê de 2 leşker û kontrayek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê yekîneyeke dijmin li herêmê bi cih bû. Hêzên me bi çekên ferdî êrîş birine ser van û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 2 kontra birîndar bûn. 14’ê Cotmehê artêşa TC’ê saet 17.00’an bêencam ji qadê vekişiyan.

Di nav çarçoVeya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de, hêzên me yên gerîla 14’ê Cotmehê saet 03.00’an bi ser panzereke zirxî ya di konvoyê de, li gundê Taxikê ya Elbak a Wanê çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Li vir panzêrek hate rûxandin û 8 leşker hatin kuştin. Wesayiteke bi tîpa Redo derb xwar. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê operasyon da destpêkirin, mirî û birîndarên xwe bi wesayitên zirxî kişandine Elbakê. Ev çalakî bersivek bû ji bo operasyona li Çeleyê hatibû destpêkirin.

14’ê Cotmehê artêşa TC’ê saet 20.00’an li gundên Aşkîka, Karabîlaya, Karaxpula, Dêr û Govikê ya Elbakê operasyon dane destpêkirin. Têkildarî operasyonê ku agahî gihiştin ber destê me, em ê raya giştî agahdar bikin.

Bi ser mekîneyên ku di karê rêçêkirinê de, di navbera gundên Elemûn û Arûş a Qileban a Şirnexê de dixebitîn gerlayên me 13’ê Cotmehê saet 21.00’an çalakiyek li dar xistin û 3 ji van mekîneyan hatin şewitandin.

LI AMEDÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

9’ê Cotmehê artêşa TC’ê li qada Şehîd Baran a Farqînê ya Amedê operasyonek dabû destpêkirin. 10’ê Cotmehê gerîlayên me li nêzî gundê Dêrika Mixûrê bi çekên ferdî ji nêz ve li dijmin xistine. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin û 6 birîndar bûn. Operasyon hê jî berdewam dike.

Hêzên me yên gerîla di nav çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de, 14’ê Cotmehê saet 06.10’an bi ser qereqola Milika a Qulp a Amedê ji çar baskan ve êrîş biriye. Baskê yekem û duyem yê çalakiyê bi çekên navîn û siûqastê li avahiya qereqolê, nizamiyê xistiye. Baskê sêyan ê çalakiyê jî bi RPG-7’an li kûle, çeper û nizamiyeyê xistiye. Li vir 3 mewzî hatin tinekirin û 4 leşker hatin kuştin. Baskê çaran ê çalakiyê jî bi ser çeperek, kulubeyekê û bi ser bînahiya qereqolê de êrîş birine, mewziyek hatiye tinekirin û 2 leşker hatin kuştin. Her wiha 1 leşker jî yê ku di mewziya çeka giran A-4’ê de bû bi suîqastê hatiye kuştin. Ev çalakî bersivek bû ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo.

14’ê Cotmehê artêşa TC’ê li gundên Firdews, Fîs, Huseynik ên girêdayî Licê ya Amedê operasyon da destpêkirin. Di vê operasyonê de artêşa TC’ê gundiyên welatparêz binçav kirin. Operasyon heman şevê bi dawî bû.

LI ÇEWLIKÊ TANKEK HATE DERBKIRIN

14’ê Cotmehê hêzên me yên gerîla bi ser qereqaola Setir a navçeya Yayladere ya Çewlikê de çalakiyek pêk anîne. Di vê çalikiyê de tangek hate derbkirin. Hêjmara mirî û birîndaran zelal nebûye.

LI DERSIMÊ KEMÎN

Artêşa TC’ê li derdora gundên Çakirkaya, Dereboyu, Saglamtaş a Pulumur a Dêrsimê, û li sirtên Şehîd Amed kemîne datîne.

LI HETAYÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

14’ê Cotmehê berê sibehê artêşa TC’ê li qada Tohdax a girêdayî Dortyol a Hetayê operasyonek da destpêkirin. Saet 12.00’an di navbera hêzên me yên gerîla û artêşa TC’ê de şer derket. Heman rojên çalakiye bi ser yekîneyeke dijmin de hatiyek kirin, saet 16.30’an û di encamê de 4 leşker hatine kuştin.”