HPG: Karê esrarê karê dewletê ye
HPG: Ya handana çandin û karanîna esrarê dike artêşa Tirk e
Behdînan - Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê operasyona duh ji aliyê artêşa Tirk ve li hemberî zeviyê esrarê ya ku dewleta Tirk dixwaze biavêje stûyê PKK’ê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ne ji dûr ne jî ji nêzîk ve tu têkiliya wan bi çandin û karanîn esrarê re tune ye û got; “Çandin û karanîna esrarê ji aliyê rayedarên artêşa Tirk ve tê handan.”
Li Amedê bi salan e, zeviyên esrarê li ber çavên her kesên têne çinîn. Îsal jî piştî paletiya esrarê pêk hat, Walîtiya Amedê rojnamevanan ji Stenbolê kom kir û anî Amedê, bi vê yekê dest bi operasyoneke medyatîk kir. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê der barê vê mijarê de daxuyaniyek da
HPG’ê bal kişand ser operasyona ku du rojên dawiyê li gundên li derdora navçeya Licê ya Amedê li hemberî zeviyên kernewîrên Hindê hatine destpêkirin û bal kişand ku dewleta Tirk bi salan e nûçeyên weke “derbe li çavkaniyên aborî yên PKK’ê hat xistin”, dixwaze tevgera azadiya Kurdan reş bike.
HPG’ê ragihand ku hemû cîhan baş dizane ku tevgera wan xwe bi çavkaniyên ji xwîdana eniya gelê xwe fînanse dike û got; “Em ne tu carî serî li rêbazên wiha yên têne îdîakirin didin, daye û ne jî bi tu awayî dihêle xebatên wiha li herêmên di bin kontrola me de bên meşandin. Li her deverên ku gerîla lê bi bandor in, çandina hemû cûrên madeyên hişber, karanîn û bazirganiya wê qedexe ye, ji her kesê zêdetir ev yek ji aliyê rayedarên dweleta Tirk û gelê Kurdistanê ve tê zanîn.”
HPG’ê got; “Ev hesasiyeta me ji aliyê dewlet komara Tirk a dagirker ve baş tê zanîn. Fermandarên hin qereqolên li herêmê bi xwe hin kesan han didin (teşwîqkirin) û dibêjin ‘PKK naxwaze hûn dewlemend bibin. Naxwaze aboriya gelê me pêş bikeve. Hûn biçînin, em ê piştgirî bidin” û bi vî awayî hin aliyên nezan dixapînin.”
HPG’ê wiha domand; “Fermandarên Qereqolê bi şertê îxbarkirina gêrîlayên HPG’ê û her wiha para ji kar tê girtin destûra çandaina esrarê daye. Jixwe dîmenên servîsî çapemeniyê kirine û zeviyên ku tê îdîakirin operasyon birine ser pir ji herêma gêrîlayên me dûr e, tam berovajiyê wê nêzî qereqolê dijmin in, dema ku mirov vana tîne berçavê xwe wê pir asan bibîne ku çandin, bikaranîn û handana (teşwîq) esrarê ji aliyê rayedarên artêşê ve têne kirin.
Dijmin hewil dide bi vê operasyona sexte û berovajîkirina rastiyên têne zanîn sûcê xwe veşêre, dixwaze terora dewletê ya di mitînga 14’ê Tîrmehê li Amedê dayî meşandin ji rojevê biguherîne, her wiha balê bikişîne ser cihek din. Her wiha hewil dide ku, gelê Amedê yê bi rûmet ku bi awayekî bi heybet li hember terora dewletê rabûye ser xwe weke civata sûcdaran nîşan bide û heqaretê lê bike.
Bi hewildanekî vala ku dixwazin bazirganiya jehrê ya çandina esrarê û bikaranîna wê bêxin stûyê me, çawa ku ne ji dûr û nêz ve têkiliya me pêre tuneye, weke heya roja îro jî çêbûyî herêmên ku di bin bandoriya gêrîlayên me de dê qedexeyên me bi dehan caran îlan kirîn dê bidomin.”
ANF NEWS AGENCY