1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG: Li Licê 3 leşker hatin kuştin
HPG: Li Licê 3 leşker hatin kuştin,hpg,li,licê,3,leşker,hatin,kuştin

HPG: Li Licê 3 leşker hatin kuştin

Ji HPG’ê daxuyaniya Licê: 3 leşker hatin kuştin

A+ A-

Behdînan - Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê şer û pevçûnên li navçeya Licê ya Amedê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan a li hemberî leşkerên derketibû operasyonê de 3 leşker hatin kuştin û wesayîtek hate rûxandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama pevçûnên di operasyona berfireh a ku di 17’ê tîrmehê de hatibû lidarxistin de, 3 leşker hatin kuştin û wesayîteke leşkerî ji aliyê gerîlayan ve hatiye rûxandin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di 17’ê tîrmehê de di dijî leşkerên xwestine bi wesayitan teqwiyeyî herêmê bikin di saet 14.00'an de li dijî wesayiteke kirpiya zirxî ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de wesayita kirpî bi giştî hatiye rûxandin, 3 leşker jî hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Li dijî Gundê Sîsê, Cênik û Husêynikê piştî nîvro ji aliyê artêşa dagirker a tirk careke din hatiye bombekirin, şewata li herêmê jî destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Operasyona li herêmê di heman rojê de paş ve vekişiyaye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 18'ê Tîrmehê de di saet 04.00'an de li navçeyên Karaz, Lîce û Hezoyên Amedê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de li Neqeba Antakê di navbera gerîlayên me û leşkerên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Piştî pevçûnê dijmin kuştî û birîndarê xwe yê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Piştî pevçûnê ji aliYê artêşa dagirker a tirk ve herêm bê ser û ber herêm bombebaran kiriye. Di encama vê bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Operasyona li herêmê di heman rojê de di saet 17.00'an de paş ve vekişiyaye.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di 17'ê Tîrmehê de li herêma Şehîd Kendala Amedê li dijî Gundên Sîsê, Dêrxust û Alî Xuşo yên bi ser navçeya Lîcê ne ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi helîkopterên kobrayan bi daxistinan operasyon hatiye destpêkirin û wiha domand; “Operasyona bi bombebaranê destpêkiriye, li herêmê şewat destpêkiriye, li dijî sîvîlên xwestine mudaxeleyê şewatê bikin di navbera saet 06.00-07.00'an de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

ANF NEWS AGENCY