1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG: Li Şemizînan 18 leşker hatin kuştin
HPG: Li Şemizînan 18 leşker hatin kuştin,hpg,li,şemizînan,18,leşker,hatin,kuştin

HPG: Li Şemizînan 18 leşker hatin kuştin

A+ A-

HPG’ê ragihand ku di encama pevçûna li Şemizînanê 5 leşker hatin kuştin. HPG’ê aşkere kir ku di 4 çalakiyên li cihên cûda 18 leşker hatin kuştin û 12 leşker ên din jî birîndar bûn.

Kontrola gerîlaya HPG’ê ya li ser herêma Şemizînanê meha xwe tije kir. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê pevçûnên duh li Şemizînanê qewimî de daxuyaniyek da..

18 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 22'ê Tebaxê de di saet 12.45'an de li navçeya Şemzînana Colemergê 120 leşker û 30 cerdewanên yekîneyên bi tevger ên derketibûn operasyonê li dijî vê yekîneyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin” û ev agahî hat dayîn:

“Li herêmê heta saet 15.00'an ji aliyê helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin û di encama pevçûnên dijwar ên qewimîne 3 gir ketiye destê gerîlayên me herweha 5 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin 6 leşker jî birîndar bûye. Di navbera leşkerên him hatine mudaxeleyê him jî ji bo kuştî û birîndarên xwe ji herêmê dûr bixînin û gerîlayên me ve pevçûnên dijwar qewimîne, di encama van pevçûnan de 6 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên mve hatine kuştin. Dîsa li dijî wesayiteke kîrpî û wesayiteke zirxî a akrep a dihate mudaxeleyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayitên derbe xwariye naçar mane ji herêmê dûr bikevin. Di encama çalakiya li dijî yekîneyeke taybet a ji 18 kesan pêk tê hatiye lidarxistin de 7 leşker hatine kuştin 6 leşker jî birîndar bûye.

Di encama hemû pevçûn û çalakiyan de bi giştî 18 leşker hatine kuştin, 12 leşker birîndar bûne. Herweha çekeke melez (HK-33), 2 dûrbîna roj, 6 jarjor, 2 çenteyê leşkerî, 5 guleyên bombeavêj û telefonek ji aliyê me ve hatiye desteserkirin.

Piştî pevçûnan artêşa tirk kuştî û birîndarê xwe di tarîtiya şevê de ji herêmê dûr xistiye, pişt re li dijî herêmê, navserên Ewliya, Gundê Nîrkola û derdora wê, Gundê Salara û Quntarên Gostê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan, obus û helÎkopterên kobrayan tê bombekirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 22'ê Tebaxê de di navbera saet 14.00-17.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê Alaya Garê “ji aliyê gerîlayên me ve bi awayeke bandor hatiye lêdan. Di encama lêdanê de zirareke maddî li Alayê çêbûye, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

LI ŞEMIZÎNAN 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 22'ê Tebaxê de di navbera saet 17.00-17.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî girê Alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê li dijî navserên Garê, Ava Hecibeg û quntarên Karker ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

LI ŞAXÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê aşkere kir ku di 22'ê Tebaxê de di saet 19.00'an de li navçeya Şaxa Wanê li dijî leşkerên li derdora Qereqola Xawiştê derektine operasyonê “ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûne. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”

ANF NEWS AGENCY