HPG: Murat Filiz neçûye Tirkiyeyê
A+
A-
Navenda Ragihandinê a Giştî ya HPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tu têkiliya Murat Filiz bi teqîna li Dîlokê tune û Fîlîz neçûye Tirkiyeyê.
Navenda Ragihandinê a Giştî ya HPG'ê, daxuyaniyekê nûçeyên medya tirk û Waliyê Dîlokê derewand. HPG'ê da zanîn ku bûyera teqîna bombeya li Dîlokê xistin stiyê Murat Filiz, lê ev yek ne raste û tu eleqeya Fîlîz bi bûyerê tune. HPG'ê anî ziman ku Fîlîz neçûye Tirkiyeyê û berpirsiyarên hikûmet û dewletê vê buyerê bi qesd û bêbingeh dixin hustuyên wan.
Di 20'ê Tebaxê de li Dîlokê teqîn pêk hatibû û di teqînê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 63 kes birîndar bûbûn. Hêj agirê teqînê venemrîbû çapemeniya Tirk û rayedarên hikûmetê bêyî lêkolîn bikin û delîlan kom bikin bûyer xistibûn stiyê PKK'ê.
(mae)
Bêjeyên Miftehî hpg,murat,filiz,neçûye,tirkiyeyê